Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jin

Erebîstana Siûdî qanûneke din a mafên jinan bi sînor dike rakir

Li Erebîstana Siûdî ku qedexebû jin û zilam di heman deriyê re bikevin xwaringehan (restorantan) ji bo wê du diviyabû her restorantek du derîbin, hikûmet biryara bi dawî kirina vê qanûnê da.

Berê niha li Erebîstana Siûdî qedexebû jin û zilam di heman derî re bikevin restorantan, diviyabû her restorantek du deriyên wan heba. Ev jî weke qanûnekbû her restorantek neçarbû ku li gorî vê qanûnê tevbigere.

Serokatiya Şaredariyên Erebîstana Siûdî daxuyaniyek da û ragihand ku êdî mecbûriyeteke wisa nîne ku du derî ji bo jin û zilaman cûda hebin.

Di encama pêşketina têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û cîhanê de li hinek welatan reformên civakî tên kirin. Di vê çarçoveyê de îsal nû destûr ji bo jinan hate dayîn bêyku zilamek li gel wan be, ajokariya wesayîtan bikin û pasaport bigirin.

Ev jî hatin dîtin

11:10 Raborî 02.04.2022

Stêrk Tv

Sêrt û Mêrdine de şîddetê verva cînîyan 12.04.2021

Stêrk Tv

Senetora Fransî Lourance Cohen derbarê komkujiya Parîsê de nirxand

Stêrk Tv

Li Bakur û Tirkiyê 3 jin hatin kushtin

Stêrk Tv

Çalakiya jinan ji bo darizandina Erdogan li Parîsê hat lidarxistin

Stêrk Tv

Bi têkoşîn jinan re Arjentîn qanûna mafê kurtajê erê kir

Stêrk Tv