Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Enternasyolanîsta Jin Natalia Benavîdes

 

 

Natalîa Benavîdes ji Arjantînê ye.
Ji bo azadiya Rêber Apo tevlî çalakiya keştiya azadiyê bibû, ji Yunanîstanê berê xwe dabû Atîna.
Natalia ji televizyona me re axivî û diyar kir, ji ber sucên dike, divê raya giştî ji dewleta Tirk re bibêje êdî bes e, yan na wê bûyerên girantir û metîrsîdar were jiyîn.

ENTERNASYOLANÎSTA JIN NATALİA BENAVÎDES:
DIVÊ RAYA GIŞTÎ JI ERDOGAN RE BÊJE ÊDÎ BES E

Enternasyolanîsta jin Natalia Benavîdes ji televizyona me re axivî, li ser azadiya Rêber Apo, bikaranîna çekên kîmweyî û bêdengiya raya giştî nirxandinên girîng kirin.

Natalîa Benavîdes a ji Arjantînê ye baş kişand ser sucên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û vê nirxandinê kir.

Divê em careke din bêjin, dewleta Tirk li dijî gelê Kurd komkujî pêk tîne, ev nayê qebûl kirin.

Ji ber wê jî girîng e ku mirov behsa rewşa li Kurdistanê bike û zanibe, li Efrînê ango li Rojava çi diqewime.

Erdogan mirovan dikuje, çekên kîmyewî bi kar tîne.

Ev nayê qebûlkirin, heke em qebûl bikin, wê rewş girantir bibe.

Wê were wateya vegera paşerojê ku kesek naxwaze carek din pêk were.

Di heman hevpeyvînê de Natalia Benavîdes li ser bikaranîna çekên kîmweyî yên li dijî qadên gerîla û rola Rêber Apo di çareseriyê de vê nirxandinê kir.

Em dizanin Erdogan çi dike, heman hişmendî li Helebçe jî kîmyasal bikar anî.

Divê em tişta dibe vekirî bibêjin, divê raya giştiya navnetewî ji sucên Erdogan re bêje êdî bes e û Erdogan bide sekinandin.

Erdogan sucên mezin û kûr dike, rewşa niha tên jiyîn bi tecrîdê ve girêdayî ye.

Tecrîda li ser Ocalan û şertên ku tê de ye, di heman demê de tecrîd kirina tevahî gelê Kurd e.

Ji ber wê jî divê Ocalan niha azad bibe.

Enternasyolanîsta Arjantînî Natalia Benavîdes a ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya Gelê Kurd tevlî çalakiya keştiya azadiyê bû, xwest herkes li hemberî tecrîdê helwesta xwe zelal bike.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv