Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamên berê ên pêşmergê Roj diyar dikin ku êrîsa li ser Xanesorê pêkhatibû pîlanên fitne û dagirkerina Şengalê bû

 

 

Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi weşandina dosya “Rastiya Pêşmergeyên Roj” yek bi yek hevkariya PDK, ENKS û dewleta Tirk eşkere kirin.

Di beşa sêyemîn a vê dosyayê de du endamên berê yên vê komê, ku niha şervanên QSD’ê de ne, rastiya êrişa li dijî Xanesora Şengalê ya Adara 2017’an vegotin.

Di hevpeyvînan de gotin, pîlan ew bû ku fitneyekê derxin û kontrola Şengalê ji destê şervanan bigirin.

Gelek ji wan pêşmergeyan wê demê çekên xwe danîn û gotin, emê li dijî birayên xwe şer nekin.

BI NAVÊ “PÊŞMERGETIYÊ” HATIN XAPANDIN
“ÊRIŞA LI DIJÎ XANESORÊ PÎLANEKE DERXISTINA FITNEYÊ Û DAGIRKIRINA ŞENGALÊ BÛ”

Mihenet Mircan bi vî rengî qala êrişa Adara 2017’an a li dijî Xanesora Şengalê dike.

Ew berê endamê hêza bi navê “pêşmergeyên roj” bû, ku berê wî ji bo dagirkirina Şengalê dabûn Xanesorê.

Mihenet Mircan dibêje, pîlan derxistina fitneyê û dagirkirina Şengalê bû:

Mihenet Mircan diyar dike, ku gelek hevalên wan ji ber vê yekê çekên xwe danîne û PDK’ê ew xistine lêpirsînê.

Mihenet Mircan şandina hêza bi navê Roj ber bi qadên gerîla ve weke heman armanca li Xanesorê bi nav dike û wiha dibêje:

Ehmed Ehmed jî sala 2012’an tevlî wê hêza bi navê “Pêşmergeyên Roj” bûye.

Ehmed Ehmed yek ji şahidên reva hêzên PDK’ê ji Şengalê ye jî û dibêje, wê dîrok ti carî ji bo Şengalê me efû neke.

Ehmed Ehmed jî diyar dike, ku ENKS bi fermana MÎTê nêzî komên çete yên Sûrî dibû û wiha dibêje:

Piştî vê biryarê PDK’ê ew 3 mehan di zindanê de girt û 2 salan jî îstîxbarata wê PARASTINa bi ser MÎTê ve ew şopand.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv