Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye 30.12.2020

Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bewar Ûnver, diyar kir ku Neteweya Yekbûyî (NY) ketiye bin bandora Tirkiyeyê û got: “Neteweyên Yekbûyî, li dijî ambargoya li ser wargehê tu caran nebûye xwedî helwest. Nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ne însanî ye.”

Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku 100 kîlometre dûrî Hewlerê ye, salek li pey xwe hişt. Salek e ji ber ambargoyê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên herî jiyanî yên wekî tendûrîstî û danûstandinê peyda bikin. Piştî di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlerê 3 rayedarên Konsolosa Tirkiyeyê hatin kuştin, ambargoya li Mexmûrê dest pê kir û 13 meh in bênavber didome.
Kamp ji sala 1998’an heta niha girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Lê her çend NY di warê xizmeta tenduristî û perwerdehiyê de xwedî berpirsiyar be jî, ev yek bi tu awayî pêk nayê. Lewma şêniyên kampê li dijî zext û êrîşên PDK û Tirkiyeyê di nava xwe de meclîs ava kirine û her tişt ji aliyê meclisê ve tên peydairin. Welatiyên Mexmûrê beriya ambargoyê li bajarên Hewler, Sileymaniyê, Duhok û Zaxoyê kar dikirin û debara xwe dikirin.
Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bewar Ûnver, derbarê ambargoyê û helwesta Neteweyên Yekbûyî (NY) de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘ÊRÎŞÊN PDK’Ê PÛÇ KIRIN’
Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Ûnver, diyar kir ku li dijî gelê wargehê bi salane PDK polîtîkayên têkbirin û tunekirinê dide meşandin û wiha axivî:” Gelê me hemû dizane ku di salên 90’î de kurd çawa jiyane. Di encama qirkirin û pişavtinan de dewleta tirk a faşîst bi hezaran gund vala kirin û şewitandin. Lê li dijî vê gelê me xwedî li nasnameya xwe ya neteweyî, li çanda xwe û zimanê xwe, hebûna xwe xwedî derket. Dewlet li ser gelê kurd sîxurtiyê ferz dike û gelê me jî ev qebûl nekir û bû xwedî helwest. Gelê wargehê li gel tevgera azadiyê û zarokên xwe cih girt. Tu caran li hemberî dijmin serê xwe netewand. Dema ku ev gel penaberî başûrê Kurdistanê bû, dewleta tirk ji bo ku gel li ber şert û mercên xwezayê û li ber şert û mercên jiyanê rû bi rû bihêle ket di nav hewledanan de. Desgirtiyên dijmin di hêlekî de ev bûn. Ji her bajarekî penaberî çêbû. Li vir jiyana wekhev û jiyana ku îradeya hev du temam dike hat avakirin. Bi fikr û ramanê tevgera azadiyê jiyaneke têkoşer hat afirandin. Bi vê seknê plan û armancên dijmin pûç bûn. Ji bo ku ji her hêlê ve gelê wargehê teng bikin, ji aliyê tendûristî, aborî êrîş dikin. Ev êrîş gelek caran destê dewletan û gelek caran jî ji hêla PDK’ê û hêzên tifaqî ve pêk hatin. Ji destpêka penaberiyê ve heta niha PDK bi dewleta tirk re li ser esasê gelê wargehê ku îradeya wê bişkîne, bi rêbazên cuda ambargo li ser wargehê pêk anî ne. Niştecihên wargehê bi taybetî jî dayik û bavên me şahidiyên wan pêvajoyan e. Cardin êrîşên hewayî pêk anîn. Di van êrîşan de gelek hemwelatiyên wargehê şehid ketin. Ji ber wê ji destpêka 94’an heta niha PDK penaberbûnê bi kar tîne û zext û êrîşên xwe dide berdewamkirin. Dîroka wargeha Mexmûrê bi zext û êrîşên PDK’ê tijî bûye. Lê ev êrîş hemû hatin pûçkirin.”
‘DUBAREKIRINA AMBARGOYÊ TUNEHESIBANDINA GEL E ‘
Ûnver, anî ziman ku li dijî hemû neyiniyan gelê wargehê bi derfetên herî kêm qadên jiyanî ava kirin û wiha dom kir: “Rêgirî û dorpêça niha jî mirov nikare ji pratîkên berê cuda binirxîne. Em dizanin ku ev dorpêça heyî encamên polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê ye. Ev dorpêç berdewamiya êrîşên li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê ye. Xelkê wargehê nasnameya gelê Kurdistanê ye. 27 sal in têkoşîna me xwedîderketina li vê nasnameyê ye. Bi salan e xelkê Mexmûrê li ser Hewlerê debara xwe dike. Di vê dorpêçkirinê de PDK dixwaze ku me di hêla aborî û tendûristiyê de têk bibe. Hikûmeta Iraqê di sala 2014’an de kerasetek derbas kir. Wekî gelê wargehê jî di van êrîşên li ser başûr û parastina başûr de rol û mîsyona me hebû. Kes nikare vana paşguh bike. PDK’ê di destpêka ambargoyê de çûyîn û hatin astengkirin. Bi vê helwestê armanckirin ku gel di warê tendûristî û aborî de ceza bike û bêvîn bihêle. Lê gelê wargehê bi çandeke berxwederî dijî û tu caran bêçare nemaye. Gel bi derfetên herî kêm debara xwe dike. Bi vî awayî hemû polîtîkayên aboriyê têk birin. Dubarekirina vê ambargoyê nenaskirin û tunehesibandina vî gelî ye. Di bin vê dorpeçê de gel bi awayekî baş alternatîfên cuda avakirin. Bi vî awayî pirsgirika aborî jî ji holê rakir. Hewlêr û bajarên din ne xaka kesen e, xaka Kurdistanê ye. Di oxira vê de gelê kurd 27 sal in bi awayekî penaber dijî. Her perçeyê xaka Başûrê Kurdistanê ji bo me xeta sor e. Polîtîkayên li ser wargehê hatin pûçkirin.”
‘NEHIŞTIN KU XWENDEKAR BIÇIN ZANÎNGEHÊ’
Ûnver, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser armancên ambargoyêye û wiha pê de çû: “Armanca dorpêçê valakirina Mexmurê ye. Bi şêwazên rêgiriyê ev pêk tê. Ji xwendevanên me bigirin heta bi karkerên me, di her hêlê de êrîş kirin. Xwendekarên ku zanîngehê dixwînin nahêlin biçin bixwînin. Xwendekarên mezûn bûne rê nadin ku biçin zanîngehê. Her wiha bi sedan karkerên me girtin. Hîn ji van avêtin zîndanan û bi pêkhatiyên xerab re rû bi rû man. Bi vê rêgiriyê Asayîşa PDK’ê bi dehan caran heqeret li vî gelî kirin. Armanca PDK’ê û dewleta tirk tunekirina deskeftiyên gelê kurd e. Di her hêlê de xwestin ku kurdê azadîxwaz lawaz bikin.”
‘AMBARGO PDK’Ê BI HÊZ NAKE, LAWAZ DIKE’
Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Ûnver da zanîn ku li ser ambargoyê bi partî û rêxistinên cuda re hevdîtin hatine lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser van polîtîkayan û nêzikatiyan xebatek hat meşandin. Li gel partiyên siyasî, rojnameger û hêzên demokrasîxwaz re nîqaş hatin kirin. Li dijî vê dorpeçê gel di her hêlê de li ber xwe dide. Di wargehê de jiyaneke civakî û nimûne heye. Di her hêlê de dikarin hev du temam bikin. Gelê wargehê bi sekna xwe ya welatparêzî hemû êrîşên fîzîkî û derûnî pûç kirin. 27 sal e li hemberî hemû êrîşan sekiniye. Di her hêlê de li dijî hilweşandin û tunekirinê avakirin afirandiye. PDK bi vê dorpeçê dilê Erdogan xweş dike. Wargeheke qasî gundekî bi dorpêçkirinê nabe deskeftiyek. PDK di her hêlê de bi dewleta tirk re gelek tifaqên qirej pêk anîn. Dixwazin têkiliyên xwe yên qirêj bi êrîşan xurtir bikin. Deskeftiyeke ku PDK’ê bi hêz bike tune ye. PDK bi van polîtîkayan li seranserî cîhanê teşhîr bûye. Her kes dijminahiay dewleta tirk fêm dike, lê ya PDK’ê nayê fêmkirin. Ev dijminahî dijmin bi hêz dike.”
‘NÊZIKATIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ NE INSANÎ YE’
Ûnver, bal kişand li ser helwesta Neteweyên Yekbûyî (NY) jî û wiha got: “Neteweyên Yekbûyî pêkhatiyeke ne xweser e. Neteweyên Yekbûyî bê ferq û cudahî xebatên xwe nedan meşandin. Ji roja ewil heta roja me ya îro YN jî bi daxwaza dewleta tirk nêzî gelê wargehê bûye. Her tim bi xemsar û siyasî nêzîk bû. Dem dem hatine û xwestine alîkariyê bikin, lê asas alîkarî ne armanca wê bûye. Heger alikariyeke biçûk kiribe jî armanc kirine ku li ser wê alikariyê çi bi dest bixe. Li dijî vê dorpêçê Neteweyên Yekbûyî li gorî zagonên xwe yên pejirandî tevnagere. Di pêvajoyên dorpêçkirinê de wargeh ji hêla balafirên tirk ên şerî ve ji hewayî ve hate bombebarankirin. Lê li dijî vê Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek neda çapemeniyê. Li dijî van pêkanînan Neteweyên Yekbûyî tu caran nebû xwedî helwest. Nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ne insanî ye. Ev nêzîkatî mijara şermezarkirinê ye.”
BANGAWAZÎ
Unver, di dawiya axaftina xwe de bang li seranserî cîhanê kir ku li dijî vê ambargoyê bibin xwedî helwest.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv