Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu di bernameya Taybet a televîzyona Medyahaberê de mijarên di rojevê de nirxandin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
BERXWEDANEKE WISA DI DÎROKÊ DE NEHATIYE DÎTIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, di bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê de rojevê nirxand.

Mustafa Karasu diyar kir ku li Avaşîn, Zap û meytîna ev 6 meh û nîv e gerîla canê xwe ji êrişan re kiriye sîper.

Destnîşan kir ku ti hêzek nikare berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bişkîne:

Dî dîrokê de jî berxwedaneke wisa nehatiye dîtin.

Li wê derê bi sedan hevalên me li dijî bi dehezaran eskeran li ber xwe didin.

Li dijî balafirên şer, çekêm kîmyewî û bombardûmanê li ber xwe didin.

Bi çekên xwe yên ferdî li dijî van êrişan disekirin.

Ev 6 meh û nîv e 24 saet berxwedan dewam dike.

Kurd behsa Kela Dimdimê dikin. Ev hêj pir cudatir e.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
BERXWEDANA GERÎLA TI CARÎ NIKARE WERE ŞIKANDIN

Mustafa Karasu destnîşan kir ku gerîlayên li qadên berxwedanê bi dîmen peyaman didin piştî wî diçin şer, şehîd dikevin:

Bi moraleke mezin, ji bo parastina Kurd û Kurdistanê şer dikin.

Ev ruhê li qada berxwedanê bi rastî jî ruhê serkeftinê ye.

Ti carî ev ruh têk naçe.

Em dizanin ku wê gelê kurd bide dû şopa van qehremanan.

Bi dehê salan e berxwedana 14’ê Tîrmehê tê şopandin.

Wê ev berxwedan jî were şopandin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
YÊN RABÛN SADAM ÎDAM KIRIN DENGÊ XWE JI ERDOGAN RE NAKIN EV DURÛTÎ YE

Mustafa Karasu îşaret bi sûcên dewleta tirk kir û got: li dijî gerîla ev bi mehan e çekên kîmyewî bi kar tîne.

Artêşa dagirker li hemberî ruhê fedayî ya gerîla têk çûye.

Ji bo ser têkçûna xwe bigrin hemû sûcên şer dikin.

Çekên qedexe, çekên kîmyewî bi kar tînin.

Amerîka û Ewrûpa jî çavê xwe ji Erdogan re digrin.

Van hêzan wextûê ji ber çekên kîmyewî Sadam îdam kirin.

Lê dengê xwe ji Erdogan re nakin. Ev durûtî ye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
PDK BI SIYASETA XWE DIXWAZE ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK MEŞRÛ NÎŞAN BIDE

Mustafa Karasu bal kişand ser terzê siyaseta PDK’ê û rola wê ya di êrişên dagirkeriyê de jî:

Dagirkeriya Tirk di şer de xitimî ye, lê PDK bi hawara wan ve tê.

PDK dor li gerîla digre. Êrişî gerîla dike.

Li Xelîfanê gerîla qetil dike. Dayik li Sêmalka di çalakiyê de ne.

Dayikên Kurd ji partiyeke Kurd dewa cenazeyên zarokên xwe dike.

PDk çima dike? Ji be rku dixwaze dilê dagirkeriya Tirk xweş bike wisa dike.

Dewleta tirk çi dike PDK jî heman tiştî dike.

PDK bûye parçeyek ji şerê li dijî Kurdan. Erdogan çi dike ew jî dikin.

Lazim e gelê Kurd hemû li dijî vê siyasetê rabe.

 

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv