LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASÛ HIŞYARÎ KIRIBÛ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de, têkiliya di navbera PDK û dewleta Tirk de nirxandibû.
Mûstafa Karasu, bazarên di serdana şandeya Dewleta Tirk a Bexda û Hewlêrê de nirxand û bi taybetî jî rola PDK’ê destnîşan kir.
Kî tê vê hevdîtinê, em lê binihêrin!
Wezîrê Parastinê, fermandarê kevn û yê nû yên artêşê û serokê MÎT’ê tên.
Ji bo ku Tevgera Azadiyê têk bibin tên.
Ji bo ku piştgirî ji PDK’ê bigirin tên.
Zelal e; hatine û wê çawa êrişî gerîla bikin, çawa êrişî tevgera azadiyê bikin axivî ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, îşaret bi wê yekê dikir ku dewleta tirk amadekarî dike êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike.
Heke dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê êriş bike, helbet em ê jî li ber xwe bidin.
Em ê berxwedanê li hemû herêman belav bikin.
Dema em dibêjin bila PDK dest ji vê helwestê berde endîşeya me ne Tevgera Azadiyê ye.
Paşeroja gelê Kurd e, ji ber ku ev yek wê bandorê li gelê Kurd hemûyî bike.