Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu

 

Yek ji damezrînerê PKK’ê Mustafa Karasû ye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji Medya Haberê re axivî û behsa têkoşîna PKK’ê ya 43 salan kir.
Mustafa karasu destnîşan kir ku beriya PKK’ê dagirkeran digot, me Kurd qedandin lê PKK’ê rastiya kurd derxist holê.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DIVÊ MIROV PKK’Ê WEKE ÎRADEYA AZADIYA GELÊ KURD BIBÎNE Û WISA FAM BIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, di televîzyona Medyahaberê de, bû mêvanê bernameya Taybet.

Mustafa Karasu salvegera 43’yan a damezrandina PKK’ê û sala 44’an a têkoşînê nirxand.

Ev nîvsedsalek e ku ev têkoşîn heye.

Bi vê têkoşînê re guherînên mezin çêbûn.

Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek tişt guherîn.

PKK li dijî êrişkariya mêtinger rabû.

PKK’ê bi têkoşîna xwe îradeya azadiyê derxist holê.

Divê mirov têkoşîna PKK’ê wisa fam bike ku îradeyek derxist holê.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
BERÊ DIGOTIN KURD QEDIYAN LÊ PKK’Ê RASTIYA KURD DERXIST HOLÊ

Mustafa Karasu di heqê encamên bi damezrandina PKK’ê derketine holê jî bi vî rengî şîrove kir:

PKK li demeke ku li Kurdistanê pelek jî nediliviya hat avakirin.

Hingê dewleta tirk digot; min Kurd qedandin.

Wisa lê hatibû ku êdî gelê kurd jî digot li hemberî vê dewletê têkoşîn nabe.

Lê PKK’ê bi derketina xwe rastiya Kurdan jî derxist holê.

PKK’ê bi derketina xwe ne tenê qedera Kurdan qedera gelên Rojhilata Navîn jî guhert.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
PKK STRATEJIYA BINGEHÎN A DEWLETA TIRK JI HOLÊ RADIKE

Mustafa Karasu destnîşan kir ku PKK’ê bi têkoşîna xwe hegemonyaya hêzên navnetewî yên li ser herêmê jî hejand:

PKK stratejiya bingehîn a dewleta Tirk ji holê radike.

Ev stratejî çi ye? Kurdistanê ji bo berbelavkirina netewa Tirk veguherandin.

PKK li dijî vê stratejiyê şer dike, têdikoşe.

PKK bi têkoşîna xwe hegemonyaya hêzên navnetewî yên li ser herêmê jî dihejîne.

Ji ber ku PKK Kurdên azad diafirîne û li Rojhilata Navîn jî tifaqa gelan bi pêş dixe.

Ji ber ku PKK bi têkoşîna xwe Rojhilata Navîn demokratîk dike.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
PÎROZKIRINA SALVEGERA PKK’Ê XWEDÎDERKETINA LI NIRXAN E

Mustafa Karasu diyar kir ku pîrozbahiyên ji bo salvegera damezrandina PKK’ê bi tenê weke pîrozbahiya avabûna partiyekê nîn e:

Pîrozkirina salvegera PKK’ê tê wateya xwedîderketina li nirxên xwe.

Pîrozkirina hemû nirxên hatine afirandin û bidestxistin e.

Ji vî aliyê ve ji pîrozkirina avabûna partiyekê wêdetir wateya xwe heye.

Pîrozkirina salvegera PKK’ê di heman demê de pîrozkirina azadiya xwe ye.

Xwedîderketina li xwe û siberoja xwe ye.

Ji ber wê jî divê pîrozbahî xurt û mezin bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv