Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê komîteya rêveber a PKK’ê Duran Kalkan : Hêzên li dijî DAIŞ’ê radibin divê li dijî AKP-MHP’ê jî rabin.

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
HÊZÊN LI DIJÎ DAIŞ’Ê RADIBIN DIVÊ LI DIJÎ AKP-MHP’Ê JÎ RABIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di Bernameya Taybet a Medya Haberê de bi berfirehî li ser êrişên DAIŞ û dagirkeriya tirk jî nirxandin kirin.

Duran Kalkan têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya gelan silav kir, di şexsê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan de şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn.

Der barê helwesta li hemberî êrişên DAIŞ’ê jî ev nirxandin kir:

Hin hêz hene ku divê têkildarî DAIŞ’ê helwesteke berbiçav nîşan bidin.

Weke mînak DYA dibêje, piştî Ebubekir Bexdadî niha jî Abdullah Qardaş kuştine.

Wê demê ev DAIŞ ji ku derket? Divê ev yek baş bê pênasekirin.

Li ku derê li Baxdadî û Qardaş xistin?

Li qada ku di bin serweriya dewleta Tirk de ye.

Êrişa li ser Hesekê êrişeke ji rêzê ya li ser girtîgehekê nebû.

Êrişa ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser û dagirkirina wê derê bû.

Yê ku piştgiriyê dide van hemûyan AKP-MHP û, dewleta Tirk e.

Ji ber wê jî yên li dijî DAIŞ’ê hewlwest nîşan didin divê li dijî AKP-MHP’ê jî helwestê nîşan bidin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
DAGIRKERIYA TIRK DI ÊRIŞÊN XWE DE PDK’Ê BI KAR TÎNE

Der barê hevdîtina serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şefê rejîma faşîst Erdogan re jî Duran Kalkan wiha aixvî:

Di vir de PDK jî mîna paçikê li binê lingê xwe bi kar tînin.

Li ku derê wê êriş li dijî Kurdan bê kirin, tu dibînî ku rêveberên PDK’ê li wir xuya dikin.

Gelo Nêçirvan Barzanî qet ji Kurdîtiyê tiştek negirtiye, fêhm nekiriye?

Gelo qet nizane ku ev gel wê hesab jê bipirse?

Gelo dewleta Tirk ewqasî xurt e? Gelo Kurd ewqasî bêqîmet e?

Kî dikare vê qebûl bike?

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
LI DIJÎ ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ DIVÊ HELWESTEKE HEVGIRTÎ WERE NÎŞANDAN

Duran Kalkan bal kişand ser hin daxuyaniyên piştî êrişan jî ku ferq û meyliyê dixe nava sivîl û hêzên xweparastinê û got:

Yên ku li ber êrişan radibin û rexne dikin, li ser êrişa li dijî sivîlan nîqaşê dikin.

Bêguman divê li sivîlan neyê xistin, baş e gelo êrişa li ser yên ne sivîl rewa ye?

Çi mafê artêşa Tirk heye, ku li hêzên parastinê bixe?

Nîqaş divê bi rengekî rast bê kirin. Qaşo li ber êrişan radibin, lê bi vî rengî li ber radibin.

Dewleta tirk jî dibêje; ev sivîl nîne lê leşker e.

Divê ev nêzîkatî bê rexnekirin û mehkûmkirin.

Em xetê rast destnîşan bikin. Êrişên tên kirin hemû êrişên qirker ên faşîst in.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
EV GEL LI DIJÎ VAN ÊRIŞAN TIM LI BER XWE DA Û WÊ LI BER XWE BIDE

Duran Kalkan xwest têkoşîna li dijî rejîma faşîst a qirker were mezinkirin:

Gelê Kurd li her derê nerazîbûneke mezin nîşan da.

Nerazîbûn divê kêm nebe, dewam bike.

Dewleta Tirk bi îxbara PDK’ê re cih û kesan tespît dike, bi teknîkê lê dide.

Wê demê pêşeng jî divê xwe hîn baştir biparêzin.

Gel jî dersê jê derîne.

Êrişên bi vî rengî bi dehan caran hatin kirin.

Xelkê Mexmûrê rê nade. Ew gel gelê Botanê ye.

Xelkê Şengalê îradeya azadiyê dît û nas kiriye.

Xelkê Rojava jî bi heman rengî. Li ber xwe da, wê li ber xwe bide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv