Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê komîteya rêveber a PKK’ê Murat karayilan : Bi komployê qirkirina Kurdan hedef kirin lê rêber Apo têkoşîn mezin kir.

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
BI KOMPLOYÊ QIRKIRINA KURDAN HEDEF KIRIN LÊ RÊBER APO TÊKOŞÎN MEZIN KIR

Komploya Navnetewî ya di şexsê Rêber Apo de li gelê Kurd hat kirin, dikeve sala 24’an.

Her wiha êrişa berfireh a dewleta Tirk a li Garê û şikestina dewleta Tirk a li vê derê salek li pey xwe hişt.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan bi wesîleya van mijarên girîng ji Hêzên Parastinê yên Gel re axivî.

Murat Karayilan despêkê di şexsê şehîdên “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” de şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi bîr anîn.

Der barê komployê de jî destnîşan kir ku armanca komployê tinekirina xeta Kurdên azad û meşandina siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bû:

Komplo di şexsê Rêber Apo de ji bo tasfiyekirina xeta Kurdên azad, tunekirina gelê me bû.

Bi rêya komployê wan dixwest Rêber Apo îmha bikin.

Dema ku dîtin nikarin, hingî dest bi tecrîda giran kirin.

Murat Karayilan li dijî komplogeran û armancên wan îaşret bi sekna Rêber Apo kir:

Rêber Apo li Îmraliyê Paradîgmaya Civaka Demokratîk Ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê afirand.

Li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo têkoşîna me derbasî qonaxên nû bû.

Murat Karayilan destnîşan kir ku di encama berxwedana Rêber Apo, gel û gerîla prosesên diyalogê bi pêş ketin lê ev proses ji bo îmhaya gelê kurd dîsa ji aliyê dewletê ve hatin bidawîkirin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
ÊRIŞA DI SIBATA 2021’Ê DE LI GARÊ PARÇEYEKÎ DESTPÊKA PÎLANA QIRKIRINÊ BÛ

Murat Karayilan diyar kir dagirkeriya tirk dema dît nikare encamê bigre, bi planeke duyemîn xwest komploya navnetewî bi ser bixe:

Ji bo vê jî di 10’ê sibata 2021’ê de li ser Garê dest bi êrişeke giran kir.

Lê fedayiyên Apoyî yên bi pêşengiya hevrê Şoreş Beytuşşebap, li dijî vê li ber xwe dan.

Bi berxwedana xwe dijmin têk birin.

Li wir komployeke duyemîn hatibû plankirin.

Wan bi xwe got 6 meh bû amadekariya leşkerî hatibû kirin.

Hêzên komploger ên cîhanî jî di vê planê de cih girtin.

Bi alîkariya wan, Kazimî jî dewleta Iraqê tevlî vê pêvajoyê kir.

Komploya duyemîn bi giranî li dijî Başûrê Kurdistanê hatibû plankirin.

PDK’ê jî ev konsept li gorî berjewendiyên xwe guncaw dît û tevlî bû.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
TÊKBIRINA KOMPLOYÊ BI AZADIYA RÊBER APO Û KURDISTANÊ DIBE

Murat Karayilan diyar kir şerê 2021’ê yê ku li Garê dest pê kir û li Werxelê dewam kir, di heman demê de berxwedana azadiyê ya gelan bû.

Der barê sala nû ya têkoşînê de jî Murata Karayilan îşaret bi encamên cîvîna Komîteya Navendî ya PKK’ê kir:

Tevgera me xwe bi rengekî baş ji salê re amade kiriye.

Herî dawî civîna salane ya asayî ya Komîteya Navendî ya PKK’ê bi rengekî serketî pêk hat.

Komîteya Navendî ji bo serketina di sala 2022’an de hîmekî xurt diyar kiriye.

Weke hêzên rêxistinî berpirsyariya me ye ku pêwîstiyên van biryaran bi cih bînin.

Em dixwazin ku di sala 2022’an de komployê êdî bi temamî tune bikin.

Têkbirina komployê jî bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dibe. Lewma armanca me ya îsal ev e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv