Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama konseya rêveber a KNK’ê Nîlufer Koç : Eger ev şer zêde bidome wê Ewrûpa bi giştî bibe qada şer.

 

ENDAMA KONSEYA RÊVEBER A KNK’Ê NÎLUFER KOÇ:
EGER EV ŞER ZÊDE BIDOME WÊ EWRÛPA BI GIŞTÎ BIBE QADA ŞER

Şerê Rûsyayê û Ûkraynayê dewam dike.

Wisa xuya dike ku wê bi awayên cuda li demê belavbûyî ev şer were meşandin.

Li aliyekî bloka Rojavayî, NATO, Amerîka û Ewrûpa li aliyê din Rûsya û piştevanên wê di nava şer de ne.

Der barê bandora vî şerê rûxîner de endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nîlufer Koç ji ajansa mezopotamyayê re axîvî.

Têkildarî bandora vî şerê rûxîner li ser Kurdistan û herêmê Nîlufer Koç ev hişyarî kirin:

Serokê Amerîkayê Joe Biden nekarî DYA’yê ji krîzê rizgar bike.

Krîza pergalê kûrtir bûye.

Ev demeke dirêj e ku bi polîtîkaya dij-Çînî û dij-Rûsyayê re Amerîka zexta bazirganî û siyasetê li welatên ewrûpî dike.

Heke ev şer bidome, wê Ewropa bibe navenda şer.

Di halê heyî de şerekî gelek mezin ê konvansiyonel nîne lê bêîstîkrariyê tîne.

Li aliyê din DYA û Rûsya li ser Sûriyeyê şerekî parvekirinê dikin.

Tirkiye jî hewl dide ji mijara Ûkraynayê sûd wergire.

Dibe ku ev hêz li Sûriyê zextê li Tirkiyeyê bikin.

Dewleta tirk paşeroja xwe li ser dijberiya kurdan ava kiriye.

Lewma jî hemû hewldanên wê dê di çarçoveya vê polîtîkayê de bin.

Di hevsengiya şerê Ûkraynayê de Tirkiye dê li gorî tawîzên beramberî şerê li dijî kurdan cih bigire.

ENDAMA KONSEYA RÊVEBER A KNK’Ê NÎLUFER KOÇ:
KURD BI XETA RÊTA SÊYEMÎN DIVÊ HEMLEYÊN DÎPLOMATÎK BIDIN DESTPÊKIRIN

Li dijî van xeterayan Koç îşaret bi derfetên li pêşiya kurdan jî kirin:

Divê kurdên li her çar parçeyan hişyar bin.

Ji bo ku hevsengiyên heyî li dijî me ava nebin, divê em bi eniya rojava û ya rojhilat hemleyên dîplomatîk bidin destpêkirin.

Di vê sedsalê de hema hema hemû kurd li dora Rêya Sêyemîn a Rêber Apo cih digirin.

Hemû kes dizane ku aliyê herî qels ê Tirkiyê, kurd in.

Lewma divê mirov di çarçova dewletên mezin de li mijarê nenêre.

Kurd, civakeke birêxistinkirî ne û têkiliyên wan bi dewletên mezin re hene.

Divê em gelek baldar bin û bikevin nava hewldanên dîplomatîk.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv