Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Elmanyayê gotina ‘Bila qedexeya li ser PKK’ê rabe’ qedexe kir

Malper û hesabên medyaya dijîtal ku ziyana qedexeya li ser PKK’ê vedigotin hatin blokekirin.

Qedexeya ku Elmanya sala 1993’an li ser PKK’ê danî 26’ê Mijdarê dikeve sala 27’an. Beriya salvegera qedexeyê sazî û dezgehên Kurdî û yên çepgir/demokratîk ên li Elmanyayê xwe kar dikin ku gelek bernameyan li dar bixin. Ji bo vê vê armancê malpera bi navê “verbot-aufheben.com” (qedexeyê rakin) ev bi qasî salekê bû ji bo vê xizmet dikir.

Her wiha bi eynî navî li ser malperên medyaya civakî jî dihate diyarkirin qedexe hem ziyanê dide Kurdan û hem jî dide demokrasiya Elman û dihate xwestin ku qedexeya li ser PKK’ê bihêt rakirin. Lê yekîneyên ewlehiyê yên Elman beriya 26’ê Mijdarê mohra xwe li ser biryareke skandal dan. Malpera navborî û hesabên medyaya dijîtal hatin qedexekirin û blokekirin.

Insîyatîva Qedexeyê Rakin ku malper danîb diyar kir biryara dewleta Elman dijî azadiya ramanê u derbirînê ye ku ji hêla yasayên Elam ve hatiye mîsogerkirin û li dijî biryara qedexeyê helwesteke tund nîşan da.

Insîyatîvê diyar kir qedexeya navborî parçeyek ji wê siyasetê ye ku kesên destekê didin Kurdan û têkoşîna azadiya Kurd krîmînal dikin. Insîyatîvê got, ”Dewleta Elman careke dî nîşan da ku her kes li bara yasayan ne wekhev in.”

Insîyatîvê her wiha got,”Em ê li ber vê qedexeyê dev ji ya xwe neqerin, xebatên me ji cihê mayî wê bdome. Em bang li her kesî dikin ku werin meşa navendî ku wê li Berlînê were kirin.”

Bi banga bi dehan sazî û rêxistinên civakî 27’ê Mijdara 2021’an li paytexta Elmanya Berlînê li ji bo salvegera qedexeya li ser PKK’ê wê meşek civakî were lidarxistin. Her wiha tevahiya meha Mijdarê li Elmanya li dijî qedexeyê wê gelek çalakî werin kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv