KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
EFRÎNIYÊN BAJARÊ WAN DAGIRKIRÎ BERSIVEKE BI HEYBET DAN KOMPLOGERAN
Ev meş û sekna bi heybet a li dijî komploya 15’ê Sibatê û komplogeran li Herêma Şehbayê ye.
Bi dehhezaran Efrîniyî û xelkê Şehbayê di salvegera roja reş de li navçeya Fafînê meşek bi heybet li darxistin.
Bi dehhezaran kesî wêne û posterên Rêber Apo hilgirtin.
Bi vê meşa xwe ya heybet, bersiv dan dewleta Tirk û hêzên komploger ên bajarê wan dagir kirine.
Piştî meşa bi heybet mitîngek hat lidarxistin.
Li vê derê bi dehhezaran kesî, li dengê Rêber Apo guhdarî kirin.
Rêveberê Meclîsa Efrînê Îsmaîl Xabûr, Endama Kongreya Star Elîf Şêx Mihemed û Hevseroka Meclîsa Şehbayê Warda Şêxo li vê derê axivîn.