Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Hevdîtina qala wê tê kirin ji bo hêrsa gel bişkînin gaveke şerê taybet e 30.03.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
HEVDÎTINA QALA WÊ TÊ KIRIN JI BO HÊRSA GEL BIŞKÎNIN GAVEKE ŞERÊ TAYBET E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Dûran Kalkan, bi berfirehî li ser êrişên li dijî Rêber Apo sekinî.

Hevdîtina bi rêya telefonê ku qut bû nirxand û got; ev ne hevdîtin e.

Ew hevdîtina ku qala wê tê kirin, ji bo hêrsa gel bişkînin gaveke şerê taybet e.

Ji ber ku xespkirina mafekî hiqûqî li holê heye.

Bi awayekî vekirî sûc dikin, hewl didin ser vî sûcî bigirin.

Di rastiya xwe de di nava hewldanekê de ne ku zextên ji derve tên kêm bikin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DIVÊ SÎSTEMA ÎŞKENCEYÊ YA LI ÎMRALI DAWÎ BIBE Û RÊBER APO AZAD BIBE

Dûran Kalkan, bibiîr xist ku daxwaz ewe sîstema îşkenceyê ya li Îmrali bidawî bibe û Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.

Ev jî pirsgirêkek ku bi rêya telefonekê çareser bibe nîne.

Gelê me û tevgera me, hemû hêzên şoreşger û demokratîk daxwaz dikin ku sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe.

Li Tirkiyê sîstema faşîst têk biçe, wê Kurdistan azad bibe û sîstemeke demokratîk li Tirkiyê serwer bibe.

Bi van ve girêdayî wê pirsgirêka Kurd çareser bibe û di encamê de jî azadiya Rêber Apo mîsoger bibe.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BI AGIR NELEYÎZIN, WÊ GELEK TIŞTÊN NEXWEŞ BIQEWIMIN, HÛNÊ DI AGIR DE BIŞEWITIN

Dûran Kalkan bi gotina “bi agir ne leyîzin” hişyarî kir û got; “Hûnê di vî agirê xwe de bi şewitin.”

Ji bilî Rêber Apo tu kes nikare aştiyeke mayînde di nava gelê Kurd û Tirk de bi afirîne.

Ji bilî vê şer e.

Dibe ku 100 sal be jî ev şer, 500 sal be jî.

Wê gelek tiştên nexweş biqewimin, yên ku vê yekê nebînin kor û bêfehm in.

Hemû mirovên bi fehm ên cîhanê dizanin, ku çareseriya pirgirêka Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekê divê ew ruhê ku li Garê derket holê, di 8’ê Adarê de xwe da der û di Newrozê de derket lûtkeya herî jor heya azadiya Rêber Apo raneweste.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
LI PIŞT ÊRIŞÊN LI DIJÎ HDP’Ê HILWEŞANDIN Û TÊKÇÛN HEYE

Bi mijarê ve girêdayî Dûran Kalkan êrişên li dijî HDP’ê jî nirxand.

Li pişt êrişên li dijî HDP’ê; hilweşandin heye têkçûn heye tirsa ji pêşketina HDP’ê heye.

Tirsa ji HDP’ya ku dibêje “ez ê Tirkiyeke demokratîk ava bikim” heye.

Dijminatiya li dijî demokrasiyê, dijminatiya li dijî Kurdan, dijminatiya ji xuşkûbiratiya gelan heye.

Ev helwesta dijminane ye ku van êrişan pêk tîne.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DI MIJARA GIRTINA HDP’Ê DE CIVAKÊ NEWROZ VEGUHERT QADA REFERANDÛMÊ

Dûran Kalkan bi gotina, “di mijara girtina HDP’ê de Newroz bû referandûm” bal kişand ser biryardariya gel a xwedîderketina HDP’ê

Bila tu kes endîşe neke ku wê HDP were girtin û bê partî bimînin.

Her êrişên wan tevgera azadiyê xurttir dike.

Yek rê heye li dijî van êrişan ew jî têkoşîn e, divê ev têkoşîn were xurtkirin.

Di Newrozê de civakê helwesta xwe nîşan da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv