Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘Divê pêngava Dema Azadiyê Ye bi rêbazên afrîner geştir bibe’

 

KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
DURAN KALKAN: DIVÊ PÊNGAVA DEMA AZADIYÊ YE BI RÊBAZÊN AFRÎNER GEŞTIR BIBE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi minasebeta salvegera komploya 15’ê Sibatê ji ANF’ê re axivî.

Di beşa dawîn a hevpeyvîna xwe de bi taybetî têkoşîna piralî ya li hemberî komplo û pergala tecrîdê ya Îmraliyê sekinî.

Duran Kalkan bal kişand ser têkoşîna bi pêngava Dema Azadiyê ye bi pêş dikeve:

Biryara me heye ku em sala 2022’an bikin sala azadiya Rêber Apo û geşkirina têkoşînê.

Em ê em sala 50’yî ya sala Rêber Apo û PKK’ê bikin sala azadiyê.

Îradeya sereke ya civîna me ya dawîn a Komîteya Navendî jî li ser vî esasî pêk hat.

Divê pêngava me ya ‘Dema azadiyê’ ye li her derê bi rêbazên nû û afirîner geştir bibe.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
EM Ê LI HER DERÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ŞERÊ GERÎLA BERFIREH BIKIN

Duran Kalkan da zanîn ku rêyeke dina têkoşînê jî şerê li dijî dagirkeriyê ye û ev nirxandin kirin:

Di sala 2022’yan de bi metodên afirîner em ê berxwedanê geş bikin.

Şer bi qasî li çiyayan didome wê li deşt û bajaran jî zêde bibe.

Wê hêzên leşkerî bi qasî hedefa xwe li hêzên siyasî û aborî yên faşîzmê bidin.

Faşîzma AKP û MHP’ê êrişî ku derê bike, wê li wir berxwedan were kirin.

Kesên xizmetê ji dewleta Tirk û MÎT’ê re dikin wê teqez hesab bidin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku aliyeke din a têkoşînê jî şerê îdeolojîk e û wê di vî warî de jî têkoşîneke piralî were bipêşxistin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DI QADA CIVAKÎ DE GELEK KARÊN GIRÎNG HENE KU DIVÊ WERIN KIRIN

Duran Kalkan da zanîn ku di qada civakî de têkoşîn heta asteke bi pêş ketiye û îşaret bi potansiyela xurtkirina van çalakiyan kir:

Li welat û derveyî welat gelê me bi çalakiyên cur bi cur di nava çalakiyan de ye.

Ji çalakiyên nobetê heta mîtîngên ku bi deh hezaran tevlê dibin çêbûn.

Gelek mirov hene ku dikarin tevlî van çalakiyan bibin.

Hêzên demokratkîk, kedkar, karker, tevgerên dost, jin û ciwan hene.

Em dikarin van hemûyan têxin nav tevgerê.

Divê şîddeta girseyê di astekê de were bikaranîn, yan na terora faşîst nayê sekinandin.

Ji aliyê din ve jî divê rê û metod werin dîtin ku çalakî domdar bin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan herî dawîn bal kişand ser girîngiya xweparastinê û got:

Xweparastin gelekî girîng e. Girîng e ku mirov karibe xwe biparêze.

Faşîzm bi kîjan zimanî wê were sekinandin, em ê bi wî zimanî bersivê bidin wan.

Em ê berxwedana şoreşger a ku wê terora faşîst bide sekinandin, li her derê geş bikin.

Xweparastin yek ji şertê pêşîn ê hebûn û azadbûnê ye.

Yên ku xwe naspêrin xweparastinê, ne li ser esasê xweparastinê bin wê azad nebin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv