Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: ‘Di roja 15’ê Tebaxê de êrişa li dijî Şengalê nîşaneya têkçûnê ye’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DI ROJA 15’Ê TEBAXÊ DE ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ NÎŞANEYA TÊKÇÛNÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.

Dûran Kalkan mijarên di rojevê de nirxand û bi taybetî jî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê sekinî.

Êrişên 15’ê Tebaxê ên li dijî Şengalê Dûran Kalkan bi van gotinan nirxand.

Êrişên desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ku bi taybet di 15’ê Tebaxê de kir; nîşan dide ku çiqas tengav bûye û derb xwariye.

Bi êrişa li dijî Şengalê de hewl dide xwe ji bandora psîkolojîk a 15’ê Tebaxê rizgar bike.

Di êrişên 2014’an de dibe ku xelkê Êzidî bi tenê be, lê îro ne bitenê ne û wê ti carî jî bitenê nemînin.

Divê baweriya wan jî bi wan hebe û vîna xwe xurt bikin, sekna xwe ya azad pêş bixin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
YÊN DIBÊJIN; BILA RÊVEBERIYA XWESER XWE FESIX BIKE, DEMA BALAFIR LI ŞENGALÊ DAN LI KU BÛN?

Dûran Kalkan xwest ku xelkê Şengalê xweparastina xwe xurt bike û vê bersivê da aliyên ku dibêjin; divê rêveberî û parastina Şengalê xwe fesix bike!

Gelo ji bo ku faşîzma AKP/MHP’ê lê bide û ji holê rake vê yekê bikin?

Dibêjin pêdivî pê tine ye; gelo yên digotin ‘pêdivî tine’ dema balafirên Tirkan li nexweşxaneyê dan li ku bûn?

Her tişt li ber çavaye, lê tişta were pirsîn eve; gelo em ê çi bikin?

Dewleta Tirk û faşîzma AKP/MHP’ê li hemberî Kurdan hemûyan di şer de ye.

Tenê bi daxuyaniyan ev nabe, dema yek êrişî me kir mafê me ye ku em jî bersiv bidin.

Ku dijmin hebe divê herkes li dijî wî dijminî li her derê têbikoşe.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
LI SÛRIYÊ EMÊ PIŞTGIRÎ BIDIN SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK

Têkildarî rewşa Sûriyê jî Dûran Kalkan daxuyaniya Beşar Esad a “Sûriye dikare bi rêveberiyeke nenavendî were rêveberin” nirxand.

Diyar kir ku ew daxuyaniyê girîng dibînin.

Me jî gelek caran nirxand; ya ku divê bê kirin eve, lê tu carî nedihatin ser vê xetê.

Dibe ku geşedanên dawî yên li Afxanistanê û Rojhilata Navîn jî li ser vê daxuyaniyê bandor kiribe.

Bi rastî dema Sûriye hatibû damezrandin jî ne navendî bû, herêm hatibûn ava kirin.

Sedeme rewşa heyî jî ji ber rêvebirina hişk a navendî ye.

Ku ev rewş wiha dewam bike wê Sûriye parçe bibe.

Lê rêveberiyeke ne navendî, yekîtiya Sûriyê pêk tîne.

Divê êdî dereng nemîne, ku dem derbas bibe derfetên heyî jî wê ji dest herin.

Weke Tevgera Azadiyê bawer dikin; ku li ser bingehê xweseriya demokratîk, pirsgirêkên li Sûriyê hemû dikarin werin çareserkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv