HEVKARIYA HÊZÊN SERDEST BI DEWLETA TIRK RE
DÛRAN KALKAN: DEMA ME AGIRBEST RAGIHAND, EWRÛPAYÊ ŞER LI ME FERZ KIR
Ajansa Nûçeyan a Firatê 1’ê Mijdarê hevpeyvîneke berfireh a bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan re weşand.
Hevpeyvîn bi sernavê “hêzên kurewî xwediyên polîtîkaya qirkirinê ne” hat weşandin.
Ji vî sernavî jî diyar dibe, ku hevpeyvîn li ser hevkariya dagirkeriya tirk û hêzên serdest hatiye kirin.
Helbet Dûran Kalkan destpêkê armanca bingehîn a van hêzan ji êrişên qirkirinê û dagirkirina Kurdistanê bi awayekî berfireh dinirxîne.
Di beşeke hevpeyvînê de pirsa “hûn di bin hukmê rêjîma AKP-MHP’ê û mercên heyî de îhtîmala pêvajoyeke aştiyê çawa dinirxînin” ji Kalkan tê kirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bi gotina “Tayîp Erdogan ji bo vê yekê piraniya derfetên heyî tine kirin” bersiv dide.
Dûran Kalkan destnîşan dike, ku ji ber du sedeman doza Kurd nehatiye çareserkirin.
A yekê ew e, ku hêzên derve ev nexwestine.
Berevajî çareseriyê, çaresernekirina doza Kurd û şerê li Tirkiyê ferz kirin.
Gelek dewletên derve mîna ku aliyê aştiyê bin û çareseriyê bin xwe nîşan dan.
Lê rastî ne wiha bû û em vê yekê bi zelalî dizanin.
Heke wisa bûya, dema Rêber Apo 1998-1999’an derket Ewrûpayê, wê van dewletan derfeta çareseriyê bidîta…
Almanya û Fransa, Îtalya bi tenê nedihiştin û Amerîkayê jî komploya 15’ê Sibatê nedikir.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bi dayîna vê mînakê helwesta rast a hêzên derve ya ji bo çareseriya doza Kurd destnîşan dike.
Ev dewlet dixwazin doza Kurd bidome û neyê çareserkirin.
Berjewendiya van hêzan di vê de heye.
Herî zêde zext li PKK’ê kirin.
Êrişî Rêber Apo û PKK’ê kirin.
Dema rêveberiya me agirbest ragihand, li Ewrûpayê bingeha ku agirbestê ragihîne nedît.
Gelek caran bi gotina “hûnê agirbestê ranegihînin û şer bidomînin” zext li me kirin.
Ev ferzkirin çi vekirî, çi veşartî, çi bi gotin û çi jî bi kirin… Li ser me şer û neçareserî hat ferzkirin.
Ti dewlet bi bernameyeke çareseriyê û projeyekê derneket pêşiya me.
Tam berevajî vê yekê têkilî bi me re danîn.
Dema PKK ne di nava şer de bû, ew xistin nav lîsteya terorê ya Ewrûpayê.