Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: 38 sal e xeta berxwedanê ya 15’ê Tebaxê li her derê dewam dike

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
ME PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ WEKÎ CEJNA VEJÎNÊ YA NETEWÎ PÊNASE KIR

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Bi mebesta salvegera 38’an Dûran Kalkan bal kişand ser pêngava 15’ê Tebaxê û şehîdên pêngavê bibîr anî.

Rêber Apo vê meşê wekî tevgera dema qehremaniya netewî pênase kir.

Bi vî awayî divê em li pêvajoyê binihêrin û wateya wê baş fêmbikin.

Ji her demê zêdetir îro pêdiviya me bi vê xeta pêngava 15’ê tebaxê heye.

Me vê pêngavê wekî cejna gerîla, wekî cejna vejînê ya netewî pênase kir.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
38 SAL E XETA BERXWEDANÊ YA 15’Ê TEBAXÊ LI HER DERÊ DEWAM DIKE

Dûran Kalkan bibîr xist ku 37 Sal e xeta berxwedanê ya 15’ê Tebaxê li her derê dewam dike.

Rastiya şer û fermandariya Egîd û Zîlanan, îro ji avaşîn heya Metînayê, ji Heftanînê heya Geverê, ji Serhedê heya Dêrsimê, li her qadê dijî.

Li her qadê îro berxwedaneke mezin heye û wê berdewam bike.

Ev berxwedan îro herêmên parastinê yên medyayê hemû daye berxwe.

Gerîla li hemberî êrişên qirker ên faşîzma AKP/MHP’ê yên dagirker li ber xwe dide.

Ev berxwedan li her dera Kurdistan û Tirkiyê belav bûye, faşîzma AKP/MHP’ê ber bi têkçûnê ve dibe.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
GERÎLA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK KU 23’Ê NÎSANÊ DA DESTPÊKIRIN VALE DERXIST

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bibîr xist; ku di 23’ê Nîsanê de dewleta Tirk tevgereke dagirkeriyê da destpêkirin û dogit; 2 meh, herî zêde jî di nava 3 mehan de em ê encam bigirin.

Ev vale hat derxistin û biser neket.

Tayîp Erdogan nexşeyê danîbû berxwe û qaşo digot emê pêk bînin.

Lê tevî ku biser neketin, tê dîtin ku her roj zêdetir windahiyên wan çêdibin.

Gerîla êdî bersiv nade êrişan, ew bixwe li hemberî wan çalakiyan dike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
HELWESTA PKK’Ê RÊ LI BER ŞERÊ BI PDK YA KU DI POZÎSYONA ŞER DE BÛ GIRT

Dûran Kalkan, bibîr xist ku di rewşeke wiha de PDK jî di pozîsyona şer de bû.

Heya niha ku şer derneketibe, bi saya helwesta PKK’ê ye.

Ku PDK bifikire PKK lawaz bûye, nikare şer bike xwe dixapîne.

Bila herin ji AKP/MHP’ê bipirsin, ji dewleta Tirk bipirsin, ka PKK çawa şer dike.

Em kesekî tehdîd nakin, lê kî bikeve herêmên gerîla wê gerîla bersivê bide.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ XWEPARASTIN WERE PÊŞXISTIN

Bi berdewamî Dûran Kalkan, bal kişand ser êrişên nijadperest ên demên dawî.

Li hemberî faşîzmê pêdivî bi têkoşînê, bi berxwedanê heye.

Rêveberiya AKP/MHP’ê dîktatoriyeke faşîst e.

Bi çewisandin, zilm û ketxwariyê li ser lingan dimîne, taybetiya wê ewe.

Divê were zanîn; ji ber ku faşîzm komkujî û tinekirine, pêdivî bi têkoşînê heye.

Di vê mijarê de qelsî heye, faşîzm xwe birêxistin dike, lê li hemberî wê civak lawaz dimîne.

Ku faşîzm hebe wê demê li hemberî wê divê tu jî xweparastina xwe bihêz bike.

Û li hemberî dijmin zêdetir têkoşîn bikî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv