Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: 14’ê Tîrmehê biryara hebûn û jiyana azad e

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
14’Ê TÎRMEHÊ BIRYARA HEBÛN Û JIYANA AZAD E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.

Dûran Kalkan, bi berfirehî li ser berxwedana zindanê ya 14’ê Tîrmehê sekinî.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bibîr anî.

Di salvegera 39’an a berxwedanê de destnîşan kir, ku bandora 14’ê Tîrmehê heya roja me ya îro jî berdewam dike.

14’ê Tîrmehê biryareke mezin bû.

Ya rast ew biryar bû ku Mazlûm Dogan di Newroza 1982’yan de dabû.

Ferhat Kurtay û çaran di nîvê gulana heman salê de briyarê veguherandin çalakiyeke mezin.

14’ê Tirmehê biryareke dîrokî ya serkeftinê û avakirina çerxa nû ya têkoşînê ye.

Ev biryara hebûnê ye, biryara jiyana aza de.

Gelê Kurd li hemberî êriş, ketxwarî, qirkirin, bêrûmetkirin, bê nasnamekirin û bêşexsiyetkirinê; vê yekê veguherandin biryara sekneke bi rûmet û jiyaneke birûmet.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
14 TÎRMEHÊ EW BERXWEDAN E KU DIJMIN NEÇAR KIRIYE RÊZ LI BER BIGIRE

Dûran Kalkan bi berdewamî 14’ê Tîrmehê wekî berxwedana rûmetê destnîşan kir.

Jixwe gelê Kurd ji roja 14’ê Tîrmehê re got; roja rûmetê.

Biryar û brexedaneke wisa ye ku cihê gelê Kurd, di nava civak û gelên bi rûmet de çêkir.

Têkçûna yekemîn a rejîma faşîst a 12’ê Îlonê bi berxwedana 14’ê Tîrmehê pêk hat.

Kenan Evren vê yekê îtîraf kir, dîktatorê roja me Tayîp Erdogan vê yekê îtîraf kir.

Berxwedaneke wisa bû ku bandorê li ser dijmin jî kir.

Û dijmin neçar ma ku vê berxwedanê qebûl bike.

Ev bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an veguherî tevgera gerîla.

Li Tirkiyê û Rojhilata navîn pêşketina tevgera demokrasiyê, dîsa bi bandora mezin a berxwedana 14’ê Tîrmehê pêk hat.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
BINGEHÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ HEMÛ DI 14’Ê TÎRMEHÊ DE HATIN AVÊTIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan da zanîn; bingehê têkoşîna azadiyê hemû di 14’ê Tîrmehê de hatiye avêtin.

Li ser têkoşîna azadiyê ku 39 sale li Kurdistanê tê meşandin, bandora berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê heye.

Di bidestxistina destkeftiyên azadiyê hemû de paya berxwedana 14’ê Tîrmehê heye.

Çawa ku berxwedana 14’ê Tîrmehê faşîzma 12’ê Îlonê têk bir, di sala 40’î de jî bi têkoşîna li ser xeta 14’ê Tîrmehê, em ê sastema faşîst a 12’ê Îlona hemdem dîktatoriya AKP/MHP’ê hilweşînin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DIVÊ MEZNAHIYA BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ RAST WERE FÊHMKIRIN

Duran Kalkan, tecrîda ku nêzî 23 sal e li ser rêber Apo tê meşandin jî nirxand.

Ev tecrîd ne nûye, 23 sale bi awayekî fîîlî li ser Rêber Apo dewam dike.

Tecrîda li Îmraliyê rewşa ku cîhan tê de ye jî nîşan dide.

Ji ber vê yekî helwestên dixwazin tecrîdê ji rêzê bibînin ne raste.

Divê girîngiya meznahiya berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê rast were fêhmkirin.

Li ser vê bingehê têkoşîna ku ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin jî li her derê belav dibe.

Ev di heman demê de dibe têkoşîna gelê Kurd a azadiyê, têkoşîna jinan a azadiyê, têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyê û Rojhilata Navîn jî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv