Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Doktor Baran: ‘Ji bo lêkolînkirina kîmyasalê em dikarin alîkariyê bidin şandeyan’

 

Ji fermandarên HPG’ê Doktor Bager Baran diyar kir ku dewleta Tirk varyantên cuda yên çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla bi kar tîne û got, ji bo tespîtkirina vê yekê amûr û derfetên wan ên pêwîst nîne. Bang li saziyên pêwendîdar kir ku li mijarê bikolin.

Ji fermandarên HPG’ê doktor Bager Baran şehîdên Pêngava Cenga Xabûrê û Pêngava Bazên Zagrosê bi bîr anî û got, “Hevalên ku li tunelên şer şehîd bûn, bi ruhekî fedayî û bi hêza ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo wergirtin bersiveke mezin dan dijmin û bûn sembola heqîqetê. Niha mirov lê dinêre, şerê ku tê meşandin di asta herî jor de bi rê û rêbazên qedexekirî û herî qirêj tê meşandin. Ev yek divê ji aliyê kesî ve neyê qebûlkirin. Ti mirov, ti dewlet vê qebûl nake. Lê belê dema ku mijar dibe Kurd û Kurdistan û gerîla, wê demê sazî û dewletên xwedî mafê kontrol û pêkanînan bêdeng dimînin. Şehîdbuyîna hevrêyên me bi çek û teknîkên ji rêzê nebûne., Ew kîmyasalên ku tên bi kar anîn di esas de ji hêla hemû dewletan ve hatine qedexekirin. Lê belê ji hêla hin dewletan ve piştgirî û alîkarî ji dewleta Tirk re tê dahyin, lewra bêdeng dimînin û jinedîtî ve tên.”

‘SÛCÊN ŞER VEDIŞÊRIN’

Ji fermandarên HPG’ê doktor Bager Baran bi dewmaî got, “Hin dîmenên ku hevrêyên me bi belgeyan eşkere kirine hene. Mînak hinek çekên ku artêşa Tirk bi kar tîne li febrîqeyan bi teknîkên cuda dikarin bên amadekirin. Hinek kîmyasal jî hene, rakirin û bikaranîna wan zehmet e. Ango ji bo bikaranîna wan divê mirov rîsk bigre. Dema ku dijmin wan li ser gerîlayan bi kar tîne, çekên xwe piranî caran li ser tunelên şer an jî li nêzî van deveran amade dike. Di vir de mirov vê yekê dibîne ku artêşa Tirk bi wan kiryarên xwe hewl dide sûcên xwe ji raya giştî re veşerê.”

‘ME BI ÇAVÊN XWE DÎTIN’

Doktor Bager Baran çavderiya xwe bi vî rengî bilêv kiri: “Ew kîmyasal ne tenê ji bo gerîla, ji bo hemû zindiyan xwedî rîskeke mezin e. Gazên ku tên bi kar anîn rê li ber vedike ku neveng bê oksîjen bimîne û hemû zindiyên derdor bê hênase bimînin, bifetisin. Ya din jî tespîtkirina hûrguliyên taybetmendiyên wan gazan zehmet e. Mînak hinek gazên ji bo bandorkirina sînîran hene. Ji bo tespîtkirina wan hin amûrên pêwîst û labûartûar divê hebin. Ji lewra dema ku dewleta Tirk wan çekan bi kar tîne zane ku tespîtkirina bûyerê gelek zehmet e.  Eger ku hinek amûr û labûartûar hebûna, wê taybetmendiyên kîmyasala heyî bihatana tespît kirin. Çek û amûrên ku berê li hemberî gerîla dihatin bi kar anîn bandoriyên cuda dikirin. Em vê yekê li ser cenazeyên şehîdan jî tespît dikin. Rast e, berê jî çekên kîmyewî li ser gerîla hatin bikaranîn lê bi vî rengî li pey hev bi dozajekê ewqasî zêde nebû. Bandora kîmyasalê li ser çerm û hênaseyên zindiyan gelek diyar e. Di vir de jî diyar dibe ku dewleta Tirk di carekê de dixwaze bigihîje encamekê û têkçuyîna xwe veşêre. Em di cenazeyên hevalên xwe yên şehîd de bandoriyên cuda jî dibînin. Mînak çermê tu zindiyekê di du rojan de jê nabe. Ji xwe ew di rojekê an jî du rojan de çê nabe. Lê belê çekên kîmyewî ne tenê şertên hilmstandinê qut dike û rewşa jehrîbuyînê pêş dixîne, di heman demê de çerm jî dişewitîne. Me ev yekê bi çavên xwe dîtin.”

‘PÊDIVÎ BI LÊKOLÎNAN HEYE’

Ji fermandarên HPG’ê doktor Bager Baran axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Amûr di destên me de nînin ku bikaribin lêkolînan di derbarê cûreyên kîmyasalan pêş bixînin. Lê belê hin şande dikarin werin û lêkolînan bikin. Em dikarin ji saziyên ku li ser venêrana çekên qedexekirî û çekên kîmyasalê disekinin re di lêkolînan de bibin alîkar. Tiştên ku em dixwazin diyar bikin bi hin gotinan ve nayên pênase kirin, divê mirov bi çavên xwe bibîne û tespîtên rast bike. Ji ber ku ew ne carekê ye, bi dehan carane dijmin li hemberî tunelên şer gazê bi kar tîne. Ev yek binketin û têkçuyîna dewleta Tirk jî nîşan dide. Em herî dawî dubare berxwedana Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê silav dikin û şehîdan bi minet bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv