Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

“Divê PKK bi awayekî siyasî were naskirin”: Andreas Kirstein: Tiştê bi serê kurdan ve tînin divê neyê qebûlkirin.

 

Andreas Kirstein ê ji Lîsteya alternatîve ku tevlî kampanya derxistina PKK’ê ya ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ya Yekîtiya Ewropayê bûye, di heman demê de endamê Pira Biratiyê ya Zurîch-Amedê ye.

Kirstein der barê PKK’ê û girîngiya wê de wiha axivî:

PKK nûnera rewa ya gelê Kurd e. Bidawîkirina sûcdarkirina PKK’ê wê bike ku di hevdîtinên aştiyê de PKK muxatab bê dîtin.

Divê Ewropa ti carî ji bîr neke ku di tunekirina DAÎŞ’ê de gerîlayên PKKê berdêleke mezin bi roleke mezin rabûn.

Bi saya şervanên Kurd, xelkên Ewropayê ji çeteyên cîhadîst hatine parastin

“DIVÊ PKK BI AWAYEKÎ SIYASÎ WERE NASKIRIN”
REWŞENBÎRÊ MISRÎ CELAL ZENATÎ: PKK TEVGEREKE BERXWEDANA GEL E

Lêkolîner û mamosteyê Beşa Zanistên Civakî ya Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Îskenderiyê, Celal Zênatî jî destnîşan kir ku kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê gelekî girîng e.

Zênatî nêrînên xwe yên li ser kampanyayê û PKK’ê ji ajansa ANHA’ê re diyar kir û wiha axivî:

Dewletên Yekitiya Ewrûpayê û Amerîka jî dizanin ku PKK rêxistineke terorê nîn e. Ew jî di ferqê de ne ku PKK tevgereke berxwedana gel e.

Lazim e ev dewlet ferq û cudahiyê bixin navbera aliyê ku sivîlan diparêze û aliyê ku êrişê sivîlan dike.

PKK ti carî êrişî sivîlan nekiriye lê dewleta Tirk êriş dike.

Zênatî destnîşan kir ku xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de, bi armancên siyasî û lihevkirinên herêmî ye û wiha got:

Lê ez dikarin bibêjim ku Misir dibîne PKK tevgereke berxwedanê ya rewa û ne terorîst e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv