DÎSA KOLANÊN GEVERÊ HATIN XIRAKIRIN
ŞÊNIYÊN HERÊMÊ JI BER XIRAKIRINÊ DIBÊJIN: EM BÊZAR BÛNE
Di sala 2019’an de qeyûm şaredariya HDP’ê ya Geverê dagir kir.
Di 16’ê Mijdarê de li Kolana Cengîz Topelê, qaşu xebatên serast kirina rê û peyarêyan da destpêkirin.
Di 25’ê Tebaxa sala 2020’î de jî careke din rê hatin xira kirin.
Cardin çênebû, herî dawî di 15’ê Tebaxa 2021’ê de kolanê ji serî heta binî hatin kolandin.
Xelkê herêmê dibêjin; Qeyum nizane êdî ka çawa pereyan bidize, tê û diçê rê û peyarêyên me xeradike.