Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li herêma Metînayê hate weşandin

 

Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li herêma Metînayê hate weşandin ku di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li herêma Metînayê weşand ku 12’ê Tebaxê hatibû lidarxistin û herî kêm 3 dagirker hatibû cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

12’ê Tebaxê saet di 18:10’an li dijî dagirkerên li ser Girê Azad, hêzên me ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî kirin. Di çalakiyê de kozikek dagirkeran hate îmhakirin ku 3 dagirker û çekek bombeavêj tê de bûn. Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, kozik û bombeavêj hatin îmhakirin û derb li kozikekê hate xistin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv