Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dikandarê ku li Sêrtê got ‘Ev der Kurdistan e’ hate destgîrkirin

Li Sêrtê, dikandar Cemîl Taşkesen ku di dema serdana Seroka Giştî ya partiya neteweperest ÎYÎ Partî Meral Akşener de got, “Ev der Kurdistan e” hate destgîrkirin.

Seroka partiya neteweperest ÎYÎ Partî Meral Akşener 28’ê Cotmehê serdana bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê kir. Dikandar Cemîl Taşkesen di dema vê serdanê de got, “Zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Em li dijî vê ne. Cihê ku hûn niha lê ne Kurdistan e, lê belê li Meclîsê Kurdistan tê înkarkirin.”

Rojek piştî serdanê Taşkesen bi hinceta ku ketiye ber lêpirsînê hate destgîrkirin.

Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê ragihand ku ji ber van gotinan li hemberî Taşkesen bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye” ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Misricê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hate ragihandin ku Taşkesen serê sibehê hatiye destgîrkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv