Ji 23’yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker hewade û bejahî êrişî çiyayên Kurdistanê dike, lê li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê şkestiye û nikare pêş were. Ji vê demê ve 579 leşker hatine kuştin û 81 leşker jî birîndar bûne.
Di 23’yê Nîsanê de Artêşa Tirk a dagirker li hemberî çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişên berfireh kir. Li hemberî êrişan gerîlayên HPG û YJA Starê dest bi pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê kirin. Gerîlayên azadiyê bi berxwedan û têkoşînê derbên mezin li dagirkeran xistin.
Êrişên dagirkeriyê
Li gorî daneyên fermî yên HPG’ê yên ji 23’yê Nîsanê heta 23’yê Tebaxê ku dike 4 meh, artêşa Tirk a dagirker her roj bi hawayî û bejahî li hemberî çiyayên azad ên Kurdistanê êriş pêk anîne. Lê ti encam bi dest nexistiye û nekariye pêş were. Lewma serî li çekên qedexekirî dane û di nava 4 mehan de 132 caran çekên jehrî û kîmyawî li hemberî gerîla bi kar anîne.
Berxwedana Gerîla
Di nava van 4 mehan de hêzên gerîla di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûr û Bazên Zagorê de 458 çalakî li dijî artêşa Tirk kirine. Di encama van çalakiyan de 579 leşker hatine kuştin û 81 leşker jî birîndar bûne.
Herwiha hêzên gerîla derb li 4 wesayîtên leşkerî, 2 dron, 7 kamareyên çavdêriyê , 3 dozer, 2 helîkopterên şer, 6 balafirên bêmirov û 6 helîkopterên veguhestina dijmin xistine.
Malzemeyên leşkerî yên ji aliyê hêzên gerîla ve hatine îmhakirin;
-2 wesayitên leşkerî yên zirxî bi tîpa Kîrpî
– Çekek bombeavêj û çepera wê
– Çekek A4 û çepera wê
-2 drone
-7 kamerayên mobesse
Malzemeyên leşkerî yên ku ketine destê gerîla de
-Çekek BKC
-Droneyek
-20 kîlo teqemenî
– Wesayîtek curê tranzît,
-Wesayîtek zirxî, wesayîtek komando
– 2 wesayîtên curê reo,
3 bombeavêj û çepên wan, 5 çekên A4 û 2 dêrbînên teleskop, 6 çadir, 3 balafirên bêmirov, 4 radar, 2 dêrbînên li ser çekê, 24 sîstema dêrbîna ya çavdêriya taybet û bidehan teqemî û gule.
Li gorî bîlançoya HPG’ê di navaberxwedana 4 mehan a gerîla de 70 gerîla şehîd bûne.
Heta niha jî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk berdewame. Ji berî êrişan Gerîlayên Azadiyê yên HPG û YJA Starê berxwedanek bêhempa dikin.