Di merasîma şehîd Ebas Îbrahîm Mehmûd ku di 13’yê Hezîranê de di êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Qeladizê li gel 3 kesên din şehîd bû de, ciwanekê bi peyama “Ez çeka Şehîd radikim û li erdê nahêlim” diyar kir ku ewê tevlî gerîlayên azadiyê bibe.
Şehîdê Qeladizê Ebas Îbrahîm Mehmûd duh li goristana kevin a Bekrecu a Silêmaniyê bi merasîmek biheybet hat oxirkirin. Di merasîmê de girseya gel hêrsa xwe ya dijî dagirkeriyê bi axaftin û dirûşmeyan nîşan da.
Ciwanekî jî hêrsa dijî dagirkeriyê bi eşkerekirina biryara tevlîbûna nava refên gerîla nîşan da.
Ciwanê ku axaftinek kurt kir, wiha got: “Ez wekî ciwanekî Başûrê Kurdistanê biryara xwe ya tevlîbûna gerîla eşkere dikim. Çeka Şehîd Rêdur radikim, nahêlin bikeve erdê. Bila malbata şehîd aram be, ji niha û pê de kurê we me.”