Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di dîmenê çekdarekî PDK’ê piştrast bû ku hêzên PDK’ê êrişî gerîla dikin

 

KA PKK’Ê ÊRIŞ KIRIBÛ?
BI DÎMENÊ ÇEKDAREKÎ PDK’Ê PIŞTRAST BÛ KU HÊZÊN PDK’Ê ÊRIŞÎ GERÎLA DIKIN

Ev dîmen ji herêma Metîna ne û tê texmînkirin, ku 5’ê Hezîranê hatiye qeydkirin.

Kesê dîmen qeyd dike, çekdarekî PDK’ê ye.

Di dîmen de karwanekî dirêj ê ji wesaîtên zirxî xuya dike û berê wê jî li qadên gerîla yên li Metîna ye.

Û hem tê dîtin û hem jî bihîstin, bê çawa hêzên PDK’ê gulleyan li noqteyên gerîlayan direşînin.

Li raserî girekî jî dûxan bilind dibe, lê nayê zanîn ka ji aliyê balafiran ve an jî ji aliyê van hêzan ve hatiye bombekirin.

Çekdarê PDK’ê yê dîmen qeyd dike, vê derê weke noqteyeke hêzên gerîla radigihîne.

Di dîmen de her wiha livûtevgera rehet a hêzên PDK’ê jî xwe dide der.

Ji vî dîmenê ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye qeydkirin çend pirs peyda dibin;

Çima PDK’ê berê hêzeke ew çendî zêde û bi çekên giran rextkirî daye qadên gerîla?

Tevî ku gerîla ti êriş nekiriye, çima mîna ku êriş kiribe hat ragihandin?

Heke gerîla êriş kiribe, hêzên PDK’ê çawa dikarin ewçendî bi rehetî tevbigerin?

Li aliyê din ji vî dîmenî û dîmenên beriya niha jî derket holê, ku endamên van hêzan bi dijminahiya PKK’ê hatine perwerdekirin.

Di axaftin û diyalogên xwe de vê dijminahiya xwe bi awayekî zelal radixin berçavan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv