DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ
DAGIRKEWRAN DI NAVA MEHEKÊ DE 37 SIVÎL REVANDIN
Îbrahîm Şêxo got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de 37 sivîl ji şêniyên Efrînê revandin ku di nav de jin û kalepîr jî hebûn.
Şêxo destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk 2 sivîlên ku xwestin li mala xwe ya li Efrînê vegerin, revandine û navên wan wiha ne; Hisên Hecî ji navçeya Bilbilê ku 6 hezar dolar da û welatiyê bi navê Mihemed Şêxo yê ji şêniyên navçeya Şera û hezar dolar daye da ku li Efrînê vegere.
Şêxo diyar kir ku siyaseta guhertina demografiyê û desteserkirina mal û milkan, didome û piştrast kir ku komên çete zêdetirî 21 mal û dikanên şêniyên Efrînê desteser kirine.
Şêxo anî ziman ku çeteyan wekaleta ku koçberan daye xizmên xwe da ku zeviyên wan biçînin, betal kiriye.
Îbrahîm Şêxo bang li aliyên navneteweyî kir ku vegera şêniyên Efrînê misoger bikin, dagirker û çeteyên wê ji xaka Sûriyê derkevin û hesab ji çeteyên ku sûcan li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin, bixwazin.