KIRYARÊN DIJMIROVÎ LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ
74 JIN HATIN KUŞTIN ZÊDETIRÎ HEZAR JIN HATIN REVANDIN
Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Efrînê, bîlançoya sûcên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ragihand.
Jinan bîlançoyê li kantona Şehbayê, bi daxuyaniyeke çapmeneiyê diyar kir.
Endama rêveber a Saziyên Civaka Sivîl Gulê Cafer daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk bi êrişa li dijî jinan, hewl dide tola ji rola jinên pêşeng hilîne.
Yek bi yek kiryarên dewleta Tirk di daxuyaniyê de hatin rêz kirin.
Het gotin ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve an go ji 18’ê Adara 2018’an ve, 74 jin hatin qetilkirin.
6 jinan dawî li jiyana xwe anîne, zêdetirî hezar jin jî hatin revandin û tundiya zayendî li 71 jinan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, peymanên Cinêv û Ragihandina Cîhanê ya Mafên Mirovan hat kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk, erka xwe bicih bînin.