PEREYÊN ŞER JI GEL DIDIZE
DEWLETA TIRK BUHAYÊ ELEKTRÎKÊ JI SEDÎ 15 YÊ GAZÊ JI SEDÎ 12 ZÊDE KIR
Li gorî Saziya Sererastkirinê ya Piyasaya Enerjiyê, ji 1’ê Tîrmehê û pê ve tarîfeyên elektrîkê hatin guhertin.
Dewleta Tirk ev yek spart hinceta buhabûna hilberîna elektrîkê.
Û li gorî vê sererastkirinê, ji sedî 15 fiyetên elektrîkê buha kir.
Her kesê elektrîkê bi kar tîne, ji bo her 100 kîlovatsaatê wê 91 lîre û 56 qurûşên Tirkiyê bide.
Ne tenê elektrîk, dewleta Tirk buhayê gaza xwezayî jî ji sedî 12 zêde kir.
Kesên gazê bi kar tînin ji bo her hezar metrekupî wê hezar û 488 lîreyên Tirk bidin.
Bi ewçendî buhakirina elektrîk û gaza xwezayî diyar dibe, ka dewleta Tirk çiqasî di warê aborî de tengav bûye.
Helbet ev tengavbûn xwe dispêre şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd.
Tenê balafireke şer a f16 saetekê li hewayê bimîne, mesrefa wê 25 hezar dolar e.
Helbet ev ji bilî buhayê bombeyên tên bikaranîn e.
Dewleta Tirk rojane bi dehan balafirên şer, helîkopter, topxane û bi hezaran eskerên xwe di şerê li dijî gelê Kurd de bi kar tîne.