Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk li herêmên dagirkirî zarok weke çete digihîne 11.01.2021

 

KIRYARÊN DAGIRKERAN
DEWLETA TIRK LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ZAROK WEKE ÇETE DIGIHÎNE

Dewleta tirk ev zêdetirî salekê ye Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiriye.

Rojane der barê sûcên dewleta dagirker ên li van herêman em nûçeyan diweşînin.

Hed û hisabê sûcên dagirkeran tune ye.

Lê di nav sûcên wan de belkî jî sûcên herî giran li hemberî jin û zarokan e.

Niha li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin ku wêneyên xwe jî hene; eskerên artêşa dagirker perwerde çek û sîlehan didin zarokan.

Wan weke çete digihînin û hêj di temena zarokatiyê de wan dixin nav komên çete û ji bo xwe dide şerkirin.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma der barê mijarêd e ji ANF’ê re axivî.

Evîn Cûma destpêkê bi bîr xist ku dewleta tirk heman rêbaza qirêjî li Efrînê jî xistibê dewrê û wiha got:

Li Efrînê dema ku çete şerê hev kiribûn zarokekî kincên leşkeran lê miribû.

Dewleta Tirk van zarokan di şer de bi kar tîne.

Di nav çeteyên dewleta Tirk de zarok jî hene.

Zarokên ji Sûriyê perwerde dikin û wan dişînin welatên wekî Lîbyayê.

Evîn Cûma diyar kir ku dagirker perwerdeya mayîn û bombeyan dide zarokên temenê wan di nava 5 heta 15 salî û got:

em tim van pêkanînan bi raporan belge dikin.

Lê divê heyetên navnetewî jî biçin herêmê û lêkolînan bikin.

Divê saziyên mafên mirovan û saziyên hiqûqê peywira xwe bi cih bînin.

Ne bi tenê Evîn Cûma di 25’ê mijdarê de ev mijar li meclisa Tirkiyê jî hatibû rojevê.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê CHP’ê Unal Çevîkoz di lijneya giştî de diyar kiribû ku artêşa Tirk li Sûriyê çekê dide destên zarokan û ji sedî 40’ê endamên Artêşa Millî ya Sûriyê ji zarokên temenê wan biniya 18 salî ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv