Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li Efrînê şûnwarên girê Kitix ê dîrokî dizîn 05.12.2020

Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Girê Kitix ê dîrokî talan û wêran kiriye. Di heman demê de, gelek parçeyên şûnwarên gir jî derbasî dervayî welat hatine kirin.

Girê Kitix ê dîrokî dikeve li ser rêya bajarê Efrînê- Racoyê û çerxerêya diçe navçeya Şiyê.

Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê piştrast kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê, piştî ku kantona Efrînê dagir kir, Girê Kitixê yê dîrok bi amûrên mezin kolandine.

Dagirkeran 3 nuqteyên li dora girê koland, yek li rojhilatê girê di navbera pira tirênê û zemîna gir ji aliyê rojhilat ve. Ya din li nêzî nuqteya gihaştina rêya giştî ber bi navçeya Raco û rêya navçeya Şiyê li bakurê rêya tirênê. Nuqteya sêyemîn li rojavayê rêya giştî ber bi navçeya Racoyê ve.

Berpirsan diyar kir ku li gorî agahiyên ku sala 2018`an hatine bidestixistn, derdora 5 hezar m2 hatiye kolandin. Her wiha berpiran dane zanîn ku gelek kon û amûrên mezin li gir hene, ev yek nîşan dide ku komeke mezin li ser kolandin û wêrankirina girê Kitix dixebitin.

Li gorî agahiyên ku gerînendeyê ku di Tîrmeha 2019`an de bi dest xistine, hêzên dagirker heta lûtkeya gir kolandine û gelek darên zeytûnê hatine jêkirin. Her wiha derdora 6 hiktar erd li nuqteya sêyemîn a li nêzî rêya Racoyê hatiye kolandin.

Gerînendeyê bilêv kir ku dazgehên çapemeniyê û civaka navneteweyî rewşa li Efrînê paşguh dikin, lewra sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî cihên dîrokî berdewam in. Heta niha hemû cihê dîrokî rastî wêrankiriyê û diziyê hatine. Gerînendeyê piştrast kir ku ji ber ku Efrînê ji cîhanê hatiye qutkirin, gelek zehmet e ku belge û delîlên binpêkirina bidest bixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv