Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk jomkujiya kirî ji cîhanê re ragihand

 

KOMKUJIYA NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ
DEWLETA TIRK KOMKUJIYA KIRÎ JI CÎHANÊ RE RAGIHAND

16ê Tebaxê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Şengalê kir.

Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê serokwezîrê Iraqê êrişî Şengalê kir.

Navenda Sûka Kevin a Şengalê bi balafirên xwe bombe kir.

Di bomberdimanê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, biraziyê wî Şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn.

Ne Iraqê, ne hukûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî hêzên navneteweyî bersivek nedan vê êrişê û bêdeng man.

Di encama vê bêdengiyê de dagirkeriya Tirk 17’ê Tebaxê êrişeke din li dijî Şengalê kir.

Vê carê nexweşxaneya Sikêniyê ya li Başûrê Çiyayê Şengalê bi balafirên xwe bombe kir.

Di êrişê de 8 kesên 4 jê xebatkarên tenduristiyê şehîd bûn, 4 kes jî birîndar bûn.

Tevî ku di ser êrişan re 3 roj derbas bûn, hê jî hukûmeta Iraqê dengê xwe nekiriye.

Hukûmeta Herêma Kurdistanê, Amerîka ya qada hewayî ya Iraqê di kontrola wê de û Neteweyên Yekbûyî ti helwest heta niha nîşan nedane.

Nûnera Taybet a Sektreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jinîn Plasxart jî roja komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê got, divê Bexda û PDK peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê.

Dagirkeriya Tirk a heta îro bêdeng bû, îro eşkere kir ku wê navenda Şengalê û nexweşxaneya Sikêniyê bombe kiriye.

Bi vî rengî komkujiya li dijî Êzîdiyan kirî ji cîhanê re ragihand.

Şefê faşîst ê dagirkeriya Tirk Tayîp Erdogan roja fermana komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê dabû, gotibû “me ti carî di bin navê têkoşîna li dijî terorê li derveyî sînorên xwe bombe li sivîlan nebarandî ye.”

Bi agahiyên heta niha derketine holê û bêhelwestiya hêzên li herêmê ev pirs peyda dibin:

Gelo dewleta Tirk ev komkujî bi agahdarkirina Amerîka û Iraqê pêk anî?

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî 16’ê Tebaxê piştî êrişa dewleta Tirk, çima peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê dîsa xist rojevê?

Çima Neteweyên Yekbûyî, ji êrişan re bêdeng e?

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv