Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk jina ducanî bi êşkenceyê kuşt

Hate ragihandin dewleta Tirk a dagirker jineke ducanî ya ku kiribû girtîgeha Efrînê bi êşkenceyê kuşt.

MÎT’a Tirk li girtîgeheke li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî jineke ducanî kuşt. Jina hatî kuştin beriya demekê tevî hevjînê xwe ji pêşiya Nexweşxaneya Qenber a li navenda Efrînê hatibû revandin.

Çavkaniyekî ragihand ku Îstixbarata Tirk (MÎT) jineke ducanî li girtîgeha dibistana Emîr Xubarî ya taybet bi MÎT`ê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî, bi êşkenceyê kuşt.

Li gorî çavkanî, navê jina hatî kuştin Nemet Behcet Şêxo ye (32), navê hevjînê wê jî Xelîl Nesan e (36) û ji şêniyên gundê Qûpê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê ne.

Çavkanî destnîşan kir ku êşkence li Nemet Şêxo û hevjînê wê kir, her wiha 6 saetan li ser hev lêpirsîna wan hatiye kirin.

Çavkanî teqez kir ku MÎT`ê gef li malbata Nemet xwariye ku eger sedemên kuştina keça xwe di girtîgehê de eşkere bikin, wê wan jî birevînin her wiha ji wan xwestiye ku bêjin keça wan di meha 6`an de ducanî bû û ji ber pirsgirêkên tendursitiyê jiyana xwe ji dest daye.

Çi bi serê hevjînê Nemet jî heta niha ne diyar e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv