DEWLETA TIRK GUNDÊ BANÎKA JÊR Û JOR TOPBARAN KIR
WELATIYEK BIRÎNDAR BÛ XISAREK MEZIN LI MAL Û MILKÊ GUNDIYAN BÛ
Êriş di saetên ber êvarkî de li dijî gundê Banîka Jor û Banîka Jêr ê bajarokê Batûfa yê Zaxo pêk hat.
Artêşa Tirk a dagirker, ji qereqolên li ser sînorê başûrê Kurdistanê, gundan bi dijwarî da ber topan.
Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandin, di topbaranê de ji şêniyên gund Hekîm Bakî birîndar bû.
Di topbaranê de gelek pezên gundiyan telef bûn, xanî xera bûn û xisareke mezin li bax û baxçeyên gundiyan bû.
Topbaran demeke dirêj berdewam kir.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kurojaro yê Şêladizê jî bombebaran kirin.