DEWLETA TIRK ÊRIŞÊ GORÊN ŞEHÎDAN DIKE
DAYÎKÊN ŞEHÎDAN: EM Ê XWEDÎ LI DOZA ZAROKÊN XWE DERKEVIN
Dewleta tirk ku ji hestiyên şervanên doza azadiyê jî ditirse. Ji ber vê tirsa xwe êrişî goristanan dike.
Heta niha gorên şehîdan ên li goristanên Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Sêrt û Colemêrgê bi dehê caran hatin rûxandin.
Beriya 3 salan 282 cenazeyên gerîlayan ji Goristana Xerzanê derxistin, revandin û ew biribûn li Kîlyosê di bin peyarêyekê de veşartin.
Malbatên şehîdan tevî van hemû êrişan jî xwedî li gorên zarokên xwe derdikevin.
Li navçeya Amed Liceyê Dayîkên şehîdan ji bo paqişkirina goristana Şehîd Harûn çûn ser gorên zarokên xwe
Tirkan Bîlîr a yek ji dayîka şehîdan e dibêje; xwedê heqê wan li erdê nehêle, dewlet dixwaze dilê me biêşîne.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan ya Rêzana Amedê Fatma Kavmaz jî diyar kir ku hovîtiyek wiha tu carî nehatiye dîtin û pênaseya êşa dayîkan jî nayêkirin.
Endama Rêveberiya MEBYA-DER’ê Meryem Soylu jî bal kişand ser bêtehemûliya li hemberî goristanan;