Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk çete û cerdevan dişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
JI TEKNÎKA ŞER, ÇEKÊN KÎMYEWÎ ENCAM NEGIRT, NIHA JÎ ÇETE Û CERDEVANAN DIŞÎNE

23’yê Nîsanê dewleta Tirk bi seferberkirina tevahî derfetên xwe yên şer, li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi tevgera dagirkirinê kir.

Ev 23 roj in, qadek tenê nema ku li Zap, Metîna, Avaşîn, Heftanîn û Xakurkê bombe nekirî.

Weke her carê di van êrişan de jî serî li rê û rêbazên qirêj da, çekên kîmyewî û gaza bi jahr li dijî gerîla bi kar anî.

Fermandarên HPG û YJA-Starê yên Pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê diyar dikin, ku heta niha dewleta Tirk ti encam ji vê tevgera xwe bi dest nexistiye.

Tevî bikaranîna gazên bi jahr jî nekariye bikeve çeperên şer ên gerîla.

Dewleta Tirk a heta niha ti encam bidestnexistî, niha jî dîsa weke her carê çete û cerdevanên xwe xistin dewrê.

Nîşaneya pêşî ji Qereqola Elemûnê ya navçeya Şirnexê Qilebanê hat.

Ji gundên Bêjuh û Mêrgehê bi qasî 50 cerdevan birin Zap, Metîna û Avaşînê.

Ne tenê cerdevan.
Çavkaniyên pêbawer agahî dan, ku 450 çete ji Qerebax û Lîbyayê sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine kirin.

Hat ragihandin, ku van çeteyan cilên eskerên Tirk li xwe kirine û li dijî gerîla şer dikin.

Jixwe beriya niha xelkê herêma Biradostê jî ragihandibû, ku li deverên dewleta Tirk dagirkirine di nava eskeran de hin kesên bi Erebî axivîne dîtine.

Çavkaniyên siyasî jî piştrast kiribûn, ku dewleta Tirk li herêma Xakurkê çeteyên ji Sûrî bi kar anîne.

Li aliyê din, wezîrê parastinê yê dagirkeriya Tirk Hulûsî Akar ji bo moral bide hêzên xwe dîsa berê xwe da ser sînor.

Ne tenê ew, Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejahî Umît Dundar û gelek fermandarên din jî li rex wî bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv