Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk a dagirker li Werxelê Tetritol jî bikaranî

 

Dîmenên nû hatin weşandin ku nîşan didin; artêşa Tirk li Werxelê çekên kîmyewî bi kar aniye. Ji dîmenan tê fêhmkirin ku li dijî tunelên şer ên li Werxelê tetrîtol jî hatiye bikaranîn.

Li Qada Berxwedanê ya Werxelê, gerîlayên HPG û YJA Starê ji 7’ê Hezîrana 2021’ê dest pê kir û çar mehan bênavber li ber xwe dan. Belge û dîmenên her kêliya vê berxwedanê û sûcên şer ên ku leşkerên Tirk ên dagirker kirine, eşkere dibin.

Artêşa Tirk bi taybetî di destpêka meha Tebaxê de gazên kîmyewî li tunelên şer ên Werxelê gelekî bi kar anî. Ji bo tunelan hilweşînin jî gelek caran teqînên mezin li tunelan kirin. Gerîlayên ku 12’ê Tebaxê ji tunelên şer ên Werxelê derketin derve û xwe berdan nava leşkerên Tirk, 2 leşker kuştin. Leşkerên Tirk ku dîtin gerîla bi wêrekiyeke mezin ji tunelan derdikevin û bi ser wan ve tên, ketin nava panîkê, alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hiştin û neçar man birevin.

Berxwedêrên Werxelê li vê derê nêzî 200 kîlo teqemenî bi dest xistin û xistin nava tunelan. Gerîlayan dîmenê van teqemeniyan kişandin û teqemeniyên ku gazên bi jehr belav dikin ên li dijî tunelên şer hatin bikaranîn, bi belge kirin.

Ji fermandarên berxwedana Werxelê Mahîr Kop ji kameraya gerîla re axivî û got, wan ewqas alavên leşkerî ji ser leşkeran rakirin û xistin tunelên şer, lê dijmin pê nehesiya.

Di nava alavên leşkerî de yên gerîlayan ji ser leşkerên Tirk ên dagirker rakirin, tevî teqemeniya TNT, bombeyên destan û teqemeniyên bi tîpa C3, her wiha tetrîtol (tetrytol) jî tê dîtin.

Li gorî agahiyên li ser Wikipedia’yê hatine weşandin, teqemeniya Tetrîtol ji tevlîhevkirina teqemeniyên tetrîl û TNT’ê pêk tê. Mîna ku çekên kîmyewî (mînak; gaza sinir di qalikên fîşekên çekê de tê bikaranîn) li tupên teqemeniyê têne bikaranîn.

Tê gotin ku tetrîl (C7H5HNO8) ya herî bi jehr û teqîner e, lewma li nexwezayê zû winda dibe.

Bandora tetrîlê ya li ser tenduristiya mirovan baş nehatibe lêkolîn jî li gorî epîdemiyolojîk li ser çermê mirovan gelekî bi bandor e. Dike ku çerm biweşe, bixure, bihele. Di heman demê de bandorê li kezebê jî dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv