CIWANEKÎ KURD HAT DARVEKIRIN
DEWLETA ÎRANÊ LI ZINDANA ÎLAM CIWANEKÎ KURD BI DARVE KIR
Dewleta Îranê ciwanekî xelkê bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê darve kir.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 16’ê Gulanê ciwanê bi navê Cemal Mihemedî hatiye darvekirin.
Di nûçeyê de tê gotin bûyer li girtîgeha navendî ya li bajarê Îlam pêk hatiye.
Cemal Mihemedî beriya du salan ji aliyê dadgeha bajarê Îlam ve, bi îdîaya kuştina fermandarekî artêşa pasdaran hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.