DIJMINAHIYA ALMANYA LI KURDAN
DEWLETA ALMAN PENABERÊ KURD UNAL DUZ WÊ RADESTÎ TIRKIYÊ BIKE
Hevkariya Dewleta Alman û Tirkkiyê ya li hember Kurdan carek din derket holê.
Xwendekarê Zanîngehê Unal Duz ev demeke ji ber zextên dewleta Tirk li Almanyayê serî li penaberiyê dabû.
Derbarê Unal Duz de li Tirkiyê 24 sal cezayê hepsê hatiye dayîn.
Nêzî 2 sale ji ber zordariya Dewleta Tirk xwe spartibû ewrupayê.
Li gor agahiyan polîsên alman dema binçavkirinê êşkence Xwendekarê Kurd kiriye û milê wî ji cih derketiye.
Unal Duz ji bo radestkirina Tirkiyê hatiye binçavkirin û niha li balafirgeha Munihê tê ragirtin.
Li Tirkiyê derbarê wî de lêgerîn heye û 24 sal ceza lê hatiye dayîn.