JI EZMANÊ HUNERA KURDÎ STÊRKEK XURICÎ
DENGBÊJ CEMALÊ MIHÊ KONÊ XWE JI VÊ DINYAYÊ BAR KIR
Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Cemalê Mihê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê tedawî dibû, 7 roj berê bi şewba Covîd-19’ê ketibû.
Ji ber ku nexweşînên wî lê zorê dikir li Nexweşxana Şirnexê dihat dermankirin.
Lê ji ber ku êdî taqat û mecala wî nemabû ew rakiribûn nexweşnaxeyeke li Amedê.
Cemalê Mihê dîwan û dîwançeyên Botanê ji dengê xwe sêwî hişt û konê xwe ji vê dinyayê bar kir.
Dengbêjê Botanê Cemalê Mihê ku yekem kaseta xwe di 1973’yan de li Zaxoyê tijî kir.
Di sala 1991’an de di dîwaneke de li kêleka Îsa Berwarî rûdinê.
Cemalê Mihê bi dehan salan ji bo parastin û pêşvebirina çanda qedîm a dengbêjiyê xwedî kedeke bêhemta bû.