Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Demîr Çelîk: ‘Hev helal kirin? An komara demokratîk?’

 

HEV HELAL KIRIN? AN KOMARA DEMOKRATÎK?
DEMÎR ÇELÎK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Serokê giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglu gotiye; “Birînên vekirî hene, ez dizanim wê zahmet be lê teqez em ê pêk bînin, biserkevin. Birînên 28’ê sibatê vekirine em ê bi cebirînin û hev helal bikin… Bi mexdûrên Sêwasê, Mereşê re helalî bikin. Bi mehkumên li girtîgeha Amedê re em ê helalî bikin. Bi romanên ku taxên wan hatine xespkirin û sirgunkirin re, bi kêmarên ku bi vergiya hebûnê re rû bi rû mane re, bi mexdûrên 6-7’ê îlonê re em ê helalî bikin… Bi Oguz Arda Sel û Misra Oz a ku li dadgeriyan hat xuşandin re, bi Ahmet Kaya re helaliyê bikin… Em ê hevdu helal bikin dostno.”

Hevhelakirin, wateyeke dijî dijminatî, hêrs û kînê, ya hevhembêzkirinê ye. Hevhelalkirina mirovekî bi kesekî re an jî bi civakekê re rewşeke makule û ku tê xwestin. Ku Kiliçdaroglu kesekî bi tena serê xwe bûye, xwestek û gotina wî di vê wateyê de wê di cih de buya.
(…)

Erdogan jî berî bi salan digot; “Pirgirêka Kurd pirsgirêka min e”, lê niha hatiye noqteya ku dibêje; “pirsgirêka Kurd tine ye.”

Erdoganê ku digot; “Dewlet, li Dêrsimê komkujiî kiriye. Ez li ser navê dewletê lêborîn dixwazim” îro bi gotina “Kevir li ser kevir, serî li ser gewde wê nemîne” dixwaze Kurd û Elewiyan di komkujiyan re derbas bike.

Ecevît, Demîrel, Çîller û Mesût Yilmaz jî bi heman gotinan xwestibûn rizayê ji civakê wergbigirin. Wekî ku tê fêmkirin, her çiqas hin gavên takekesî hebin jî, lê belê xwînrêjî û kujeriya zîhniyeta netew-dewletê ya tekparêz, înkarker û qirker di her demê de dewam dike.
(…)

Li dewsa perspektîfên çareseriya sedemên kirîzên siyasî ku di qewimin, her carê bi îstîsmarkirina hestên me hewl didin me razî bikin. Îro jî ji ber bêbaweriya pergal û saziyên wê, pêdivî dibînin ku kesên tên çewisandin, xizan, kedkar û kesên tên cudakirin îkna bikin. Ji ber ku qirkirinake kur a siyasî, civakî, çandî, bawerî, ekolojî û jinê heye. Xizanî, birçîtî û jarî di asta herî jor de ye.
(…)

Heya ku têkiliya ew xirabiyên Kiliçdaroglu rêz kiriye, raste rast bi dewlet û desthilatê ve neyê danîn, wê dewam bikin. Sedemên travmayên siyasî û civakî ku pêkanîne; zîhniyeta netew-dewleta tekparêz, navendîparêziya hişk, redkirin û qirkirinê ye. Ango heya ev zîhniyet neyê derbaskirin, pê re rû bi rû nemînin û hesab nedin dawî li xerabiyan jî nayê.
(…)

Kiliçdaroglu yê ku meha berê digot; “Ez ê pirsgirêka Kurd çareser bikim. Muxatab HDP’ye” di ser re pir dem derbas nebû got; “Ku ez Qendîlê bi erdê re nekim yek bila navê min ne Kiliçdaroglu be!” Nêzîkatiyeke pragmatîst û tevgereke bi zîniyeta dewletê mijara gotinê ye.
(…)

Ji ber vê yekê mijare sereke ya îro; bicîanîna makeqanûneke azadîparêz, sivî, demokratîk û wekheviyê ye.

Ku birêz Kiliçdaroglu, piştî gotina hev helalkirinê, rû bi rû mayîn û hesbpirsînê jî bîne ziman, bi vê vînê li dewsa pesindayîna partiya avaker a dewletê, pêşengtiya avakirina dewleta demokratîk û hiqûqê bike wê di dîrokê de şopa xwe bihêle. Lewre bê wate ye.

Divê bi vê zanînê em nêzî pirgirêkê bibin û komara demokratîk ava bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv