Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dema polîsan avêtibû ser avahiya HDP’ê cîhazên guhdarkirinê bi cih kirin 08.12.2020

 

FAŞÎZMA AKP-MHP ‘Ê RÊBAZÊN CEMATA GULEN DIŞOPÎNE
DEMA POLÎSAN AVÊTIBÛ SER AVAHIYA HDP’Ê CÎHAZÊN GUHDARÎKIRINÊ BI CIH KIRINE

Faşîzma AKP-MHP’ê tevî qirkirina siyasî, rêbazên ku demekê rêxistina cemata Gulen li dijî HDP’ê bi kar dianîn, bi kar tîne.

Wekî dema serdestiya cemata Gulen, ber bi sibê diavêjin ser mal û avahiyan, derî û pajan dişkînin û tiştên li malan serobino dikin.

Di heman demê de jî cîzahên guhdarîkirin û şopandinê bi cih dikin.

Mînaka vê ya dawî jî, li avahiya HDP’a Stenbolê derket holê.

Rêveberên HDP’ê di lêgerîn û kontrola li avahiya partiyê de cîhazên guhdarîkirinê dîtin.

Cigirê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç tevî Hevserokên HDP’a bajêr Elîf Bulut û Erdal Avci civîneke çapemeniyê pêk anî.

Oluç nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku li odeyên cûda yên partiyê de cîhazên guhdarîkirinê dîtine û ew dizanin ku polîsan ev dema serde-girtinan bi cih kirine.

Oluç bi bîr xist ku dema cemata polîsan di nava polîsan de bi hêz bûn, heman rêbaz bi kar dianî û got: Wisa xuyaye ku AKP ji şîrikê xwe yê berê FETO pir tiştan fêr bûye. Lê belê bila vê bizanibin, tiştên me yên veşartinê nîne. Em li hundur çi biaxivin, wan li derve jî diaxivin.

Cigirê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç li avahiya partiyê bi cihkirina cîhazên guhdarîkirinê wekî sûc nirxand û anî ziman ku wê giliyê berpirsyaran bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv