Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dem Hatiye ji Ocelan re Azadî

 

Sendîkaya Karkeran a Brîtanyayê Unite The Union di konferansa xwe ya 21’yê cotmehê de dewa azadiya Rêber Apo dubare kir.
Unite’ê ji sala 2016’an ve bi çalakiyên cuda heman daxwazî di rojevê de dihêle û ji bo vê dixebite.

“DEM NIHA YE JI OCALAN RE AZADΔ
UNITE THE UNION BANG LI SENDÎKAYAN KIR KU DESTEKÊ BIDIN KAMPANYA AZADIYA RÊBER APO

Fikir û ramanên Rêber Apo li cîhanê deng vedaye.

Li gelek welatên cîhanê, rewşenbîr, siyasetmedar, sendîkavan înîsiyatîf avakirine û azadiya Rêber Apo dixwazin.

Ji vana ya herî bi bandor jî Însiyatîfa “Freedom for Ocalan” e ku li Brîtanyayê xebatê dimeşîne.

Sendîkaya Karkeran a Brîtanyayê ku xwedî milyonek ê 300 hezar endam e Unite the Union, hema bêje tevahiya salê ji bo azadiya Rêber Apo xebatê kirin.

Sendîkayê vê kampanyayê bi dirûşma “Dem Hatiye ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê Aştî” meşand.

Îro jî di konferansa xwe de dîsa dewa azadiya Rêber Apo kir.

Delegasyona sendîkayê wêneyên Rêber Apo bilind kirin û ji sendîkayan xwestin ku tevli kampanyayê bibin.

Di konferansê de her wiha hat xwestin ku dewleta tirk jî dev ji polîtîkayên şer berde û bi aliyê Kurd re li prosesa diyalogê vegere.

Konferans ji aliyê Simon Dubbîns û baroness Christine Blowers ve hat birêvebirin.

Dubbin û Blowers di heman demê de hevserokên Kampanya Ji Ocalan re Azadî ya Sendîkayên Brîtanî ne.

Di konferansê de serokê Koma Dostaniya Bi Kurdan re ya Têkel a Parlemena Brîtanyayê, parlementer Lloyd Russel Moyle, wekîlê Sinn Feinê Chris Hazard, Hevseroka Meclisa Gel a Kurdan a Brîtanyyaê Elîf Sarican û wekîlê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî axaftin kirin.

Beşdaran destnîşan kir ku li Tirkyê zilmeke mezin li kurdan tê kirin û gotin: heta ku Rêber Apo azad nebe, li herêmê azadî, aşitî û demokrasî wê tanzîm nebe.

Hevserokên Kampanya Ji Ocalan re Azadî ya Sendîkayên Brîtanî Simon Dubbîns û baroness Christine Blowers banga xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dubare kirin û destnîşan kirin ku wê di serdema nû de xebatên xwe yên di vê oxirê de bi xurtî bimeşînin.

700 delegeyên konferansê jî li eywanê wêneyên Rêber Apo bilind kirin û dewa azadiya Rêber Apo dubare kirin.

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv