Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Delîl Zîlan: 450 çete ji Lîbyayê veguhestin herêmên gerîla

 

DELÎL ZÎLAN / ANHA
450 ÇETE JI LÎBYAYÊ VEGUHESTIN HERÊMÊN GERÎLA

Erdogan piştî ku li dijî gerîla encama dixwest bi dest nexist, plan dike ku li dijî hevkarên xwe yên rojavayî û hin hevkarên Kurd êrişa xwe ya li dijî gerîla bi ser bixe. Êrişên tunekirin û qirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vî rengî pêk tên.

Lê Erdogan pişta xwe tenê nade van hêzan, rêxistinên li cîhanê wek terorîst tên dîtin wekî DAIŞ û El-Nusra jî hêzên tifaqa Erdogan in. Êrişên li ser Rojava, Idlib, Lîbya û Qerebaxê bi temamî bi alîkariya van terorîstan pêk hatin.

Lê belê dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ne tenê ev rêxistinên çeteyan li van herêman bi kar anîn, di heman demê de di êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên 23’yê Nîsanê de li hemberî Metîna, Avaşîn û Zapê bi kar anîn.

Çavkaniyên pê bawer dibêjin 450 çeteyên ku li Qerebax û Lîbyayê şer kirine di êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li hemberî gerîla de hatine bikaranîn. Ev çeteyên ku kincên leşkerên taybet ên Tirk li xwe dikin, birin Metîna, Zap û Avaşînê.

Ji çeteyên di êrişên gerîla de hatine kuştin, heta niha navên wan nehatine eşkerekirin. Wekî din, li gorî çavkaniyên ku agahî parve kirin, di çarçoveya peymana bi wan re hatiye kirin, wê wekî ku li Lîbyayê hatine kuştin, nîşan bidin û wê malbatên wan bi vî awayî bên agahdarkirin.

Şandina çeteyan ber bi herêmên gerîla û ev peymana bi wan re, têkçûna artêşa Tirk a li hemberî gerîla ye. Artêşa Tirk ku bi teknîka pêşketî ya çekan êrişên xwe yên dagirkerî û qirkirinê li Kurdistanê dewam kir, nekarî li dijî gerîla şer bike, lewma neçar ma bi van çeteyan re tifaqeke bi vî rengî çêke. Artêşa Tirk ku bi hebûna çend artêşên NATO’yê serbilind e, hêviyên xwe li ser bilindahiya teknîkî û çeteyan a li dijî gerîla bi cih kiriye. Ev yek bi awayekî zelal wêneyê têkçûnê ye.

Tevî van hemûyan jî Hulusî Akar diyar kir ku ev êriş li gorî plana wan didomin û diyar kir ku di destê gerîla de çekên ji dûr ve hatine kontrolkirin.

Rastiya li ser erdê careke din nîşan dide ku eger rêxistinên Kurd û gel bi berxwedaneke bêeman li gel gerîla li ber xwe bidin û li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker tê bikoşin, dê dîsa têk biçin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv