Her hefte roja çarşemê dayîkên gêrîla yê Rojavayê Kurdistanê çalakî pêk tînin.
An go îro roja dayîkên gêriîla ne.
Dayîkan di çalakiya xwe ya vê heftê de balkişandin ser helwesta ENKS’ê ya li dijî perwerdeya zimanê Kurdî.
Di daxuyanên li Dêrik û Til Temirê de dayîkan gotin: zimanê Kurdî bi keda zarokên wan ên şehîd gihaye vê astê.
Ji bo piştgirya bi zarokên xwe dayîkên gêrîla yên li Rojavayê Kurdistanê di 16’ê Îlonê de dest bi pêngavekê kirin
Dayîk her roja çarşemê bi mijarekî cuda çalakiyên xwe pêk tînin.
Mijara çalakiya dayîkan ya vê heftê êrişa baskê PDK’ê ya li Rojvayê Kurdistan ENKS’ê ku perwerdeya Zimanê Kurdî kiribû armanc
Dayîkên gêrîla li Dêrikê jî çalakiya xwe li qada şehîdan pêk anîn.
Dayîkên ku beşdarî çalakiyê bûn, ji kamerayên me re axivîn û gotin, ew li pişt doza zarokên xwe ne û anî ziman ku ku zarokên wan di ber parastina ziman û axa welat de canê xwe ji dest dane.
Di çalakiya dayîkan a li navçeya Til Temirê, de jî dayîkan daxwazên ENKS’ê ya ji bo rakirina Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.