ZILM Û FAŞÎZMA LI DIJÎ GIRTIYÊN AZADIYÊ
DAYÎKÊN AŞTIYÊ: DIVÊ EM TÊKOŞÎNA JI BO AZADKIRINA ZAROKÊN XWE MEZIN BIKIN
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê bi vê sloganê li Parka Karayollari ya Mêrdînê kom bûn.
Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn û Semra Guzel, dayîka Garîbe Gezer, Halîme Gezer jî beşdarî çalakiyê bûn.
Dayîkan li dijî zilm û faşîzma li ser girtiyên azadiyê ev çalakî pêk anîn, wêneyên şehîdên zîndanan hilgirtin.
Pêşî Hevseroka HDPa Mêrdînê Perîhan Agaoglu axivî û banga berdana tevahiya girtiyên siyasî kir.
Piştî daxuyaniyê dayîk heta avahiya HDP’ê meşiyan.