Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Dayika Ceylan Onkul: Eger Dewleta Tirk Ceylan nekuştiba wê niha 21 salî ba

 

Di ser kuştina Ceylan Onkol a 12′ salî ya li ku Liceya Amedê bi topa hewanê ya leşkerên Tirk 11 sal derbas bûn.

Dayîka Ceylan Onkol, Salîha Onkol wê demê parçeyên keça xwe di kirasê dawa xwe de rakiribû.

Salîha Onkol got:

Dema dibêjin Ceylan, kêliya kuştina wê tê bîra wê.

11. SALVEGERA QETILKIRINA CEYLAN ONKOL Û HÊ JÎ KUJERÊN CEYLANÊ NEHATINE DARIZANDIN

Ceylan Onkol a 12 salî 28’ê Îlona 2009’an li navçeya Amed Lîcê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kuştin.

Dema Ceylanê pezê xwe diçêrand eskerên Tirk ji qereqola Tapantepe guleya hawanê bi ser wê de barand.

Ji ber guleya eskerên tirk Ceylana 12 salî jiyana xwe ji dest da.

Bedena Ceyla biçûk 6 saetan li erdê ma.

Piştî qetilkirina Ceylanê lêpirsîn hat destpêkirin.

Lê belê dosyeya lêpirsînê di refên faîlê nediyar de hat hiştin.

Tevî ku dayika Ceylanê, Salîha Onkol parçeyên canê keça xwe li cihê bûyerê di pêşa fîstanê xwe de berhev kir û delîlên cihê bûyerê hemû da dozgeriya dewleta Tirk “biryara neşobandinê, ango venekirina dozê da.

Li pey Ceylanê wêneyê wê faroniyê zer û awirên di bin hişan de cih girt, qîrîn û hawara dayik û birayê wê mabû.

Malbata Ceylanê di 8’ê Cotmeha 2010’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMME’yê da.

Lê belê Dadgeha Ewrûpayê di 2017’an de bersiva “Binpêkirina mafê jiyanê tune ye” da.

Dayika Ceylanê, Salîha Onkol a ku 11 sal e ji bo keça xwe li pey edaletê ye got: “Ev êş di dilê min de bûye kul û elem.

Dema dibêjin Ceylan, kêliya qetîl kirina Ceylana min tê bîra min. Ceylana min parçe kiribûn. Ez hêj nikarim navê neviya xwe ya bi navê Ceylan hildim.

Dayika Ceylan Onkol behsa wêneyên Ceylanê yê di hembêza xwe de dike û dibêje.

Wêneyek din jî hebû ez û wê têde bûn, lê kesekî bir û neanî. Dema ku me ev wêneyê Ceylana min kişand, 7 salî bû lê dema ku hat qetilkirin 12 salî bû.

Ger dewleta Tirk Ceylan Onkol ne kuşta wê niha ciwanek 23 salî bûya.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv