Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Daxuyaniya KCDK’E ya çapemeniyê 06.11.2020

 

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
ŞERÊ NAVXWEYÎ TOFANÊ, AŞTIYA NAVXWEYÎ AZADIYÊ TÎNE

Ev çend roj in, gelê Kurd û Kurdistan ji ber sevkîyata çekên giran ji Hewlerê ber bi herema Garê, di nav metirsîyek mezin de ye.

Ji gelek aliyên Kurdan, hezar û 500 siyasetmedar, nûnerên sazî û rêxistinên Kurdistanî yên li derveyî welêt bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi tundî li dijî ihtimala şerê nava rêxisitnên kurdî derketin û beyan kirin ku ev rewş tenê fayde dide hêzên dagirker

Qismek daxuyaniyê wiha ye:

“Em Kurd û Kurdistanîyên derveye welat dixwazin peşîya wî agirê ku mala me hemûyan bişewitîne bisekinin. Ev mesele edî ne meseleyek navbera hezên serekê yên Kurde de ye, mesleyeke ku çarenûsa gelê me eleqeder dike.
Dewleta tirk bi êrişên xwe erdnîgarîya Kurdîstanê kiriye navenda şer û pevçûnan. Em dibêjin Şerê Navxweyî Tofanê – Aştiya Navxweyî Azadiyê Tîne.”

Heya niha 1300 nivîskar, rewşenbîr, sîyasetmedar, akademîsyên, zanyar, hunermend, rexistinên jinan, rexistinên gelê Asûrî-Sûryanî-Keldanî; Kurdên Musilman, Êzîdî, Elewî, Feylî, Yarsanî, Hewremanî, Zerdeştî , li dijî vê metîrsîye helwest nişandan û piştgirî dan vê daxuyaniyê.

Herwiha wê roja Şemîyê, 7ê Mijdarê saet 13.00’an de (li gorê saeta navenda Ewropa), bi beşdarîya nûnerên Kurd û Kurdistanîyan li ser ZOOMê civînekê awarte pek were.

Ev civîn dikare li ser facebookê jî were şopandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv