Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dagirkeriya Tirk dîsa hejmara kuştiyên xwe vedişêre

 

JI 23’YÊ NÎSANÊ VE BI DEHAN KUŞTÎ Û BIRÎNDAR DAN
DAGIRKERIYA TIRK DÎSA HEJMARA KUŞTIYÊN XWE VEDIŞÊRE

23’yê Nîsanê bi şev dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişên qirkirinê kir.

Bi dehan balafir, helîkopter û qereqolên xwe yên li ser sînor Metîna, Zap û Avaşînê dan ber bombeyan.

Ji wê rojê ve li gelek qadên van herêman di navbera gerîlayên azadiya Kurdistannê û dagirkeriya Tirk de şer giran e.

Heta niha li gorî daxuyaniyên HPG’ê bi dehan kuştî û birîndarên artêşa dewleta Tirk a dagirker hene.

Ji qadê agahiyên mîna “hin esker winda bûne, hin jê direvin û 3 caran hatine guhertin” tên belavkirin.

Lê dewleta Tirk li hemberî vê rastiya li herêmê dîsa bi derewên xwe radibe.

Heta niha tenê 3 kuştiyên xwe eşkere kirine.

DAGIRKERIYA TIRK DÎSA HEJMARA KUŞTIYÊN XWE VEDIŞÊRE
LI BAŞÛR NEXWEŞXANEYÊN SEYYAR, LI GEVERÊ GIRTINA NEXWEŞXANEYÊ LI GEL

Agahiyên ku daxuyanî û daneyên HPG rojane parve dike, piştrast dikin pêşî ji Bamernê hatin.

Fermandarekî Tirk ê li baregeha artêşa xwe li ser nerazîbûn û hêrsa xelkê herêmê ya li dijî êrişan wiha gotibû:

Me aciz nekin, ji xwe bi dehan kuştî û birîndarên me hene, ma em ê bi we bilebikin.

Agahiyeke din jî ew bû, ku xelkê herêmê ragihand, artêşa dewleta Tirk li baregehên xwe yên li Başûr nexweşxaneyên seyyar danîne.

Bi heman rengî agahiyek jî ji Bakurê Kurdistanê hat.

Pêşî hat ragihandin, ku artêşa dagirker kuştî û birîndarên xwe dibe nexweşxaneya navçeya Colemêrgê Geverê.

Her serê 20 deqeyan helîkopterên artêşê kuştî û birîndarên xwe tîne nexweşxaneyê.

Agahiyeke din jî ew e, dewleta Tirk nexweşxane ev 2 roj in li nexweşên gel girtiye.

Her wiha di nexweşxaneyê de cih nemaye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv