BIRYARA DER BARÊ CEYLAN ONKOL
DADGEHA TIRK BI BIRYARA TAZMÎNATÊ DIXWAZE SER BÛYERÊ BIGRE
Ceylan Onkol a 12 salî 28’ê Îlona 2009’an li navça Amed Lîcê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin.
Dema Ceylanê pezê xwe diçêrand eskerên Tirk ji qereqola Tapantepe topa hawanê avêtin û ew qetil kirin.
Dayik û bavê Ceylan Onkol der barê Wezareta Karên Hundir de tazminata maddî û manevî vekiribû.
Dadgeha 2’yan a Cezayên Giran a Amedê ji ber qetilkirina Ceylan Onkol Wezareka Karên Hundir ya dewleta Tirk ji sedî 90 bi qisûr dît.
Dadgehê Wezaret mahkûm kir û biryar da ku wezareta Tirk tazmînatê bide malbat Onkol.
Heman dadgehê der barê kesên ku Ceylan Onkol qetil kir de kes ceza nekir û bi dayîna biryara tazmînatê xwest ser bûyerê bigre.